Qeregivîj

Gundekî Gimgima Mûşê

Qeregivîj (bi romî kirine: Özkonak), gundekî navçeya Gimgima Mûşê ye.

Dîrok biguhêre

Li ser bingeh û dîroka gund lêkolîneke zanistî nehatiye girin. Tê texmînkirin ku gund navê xwe ji dargivîjê digire. Herêm bi giştî daristanî ye. Mixabin di nava 50 salên dawî de daristan neman. Dewleta Romê daristan şewitandin û xelkê jî bêî zanebûn dar birrîn. Li axa Gimgimê dargivîj, mazî, bizû, kenêr, kevot, dara şîlanê, darêyên fêkiyên bejî (helîtirş, şekok ûêd ) gelek bûn. Di navên erdnîgariya Kurdistanê de dar jî cihekê mezin digirin.

Li herêmê gelek bermahî ji bav-kalên kurdan Mediyan, mîrîtiyên kurd, Roma, Bîzans, Urartûyan tên dîtin.

Erdnîgarî biguhêre

Nêzîkê Tatan, Hemûgê û Stûkuranê ye.

Avhewa biguhêre

Aborî biguhêre

Ji ber şer û pêkutiyan aboriya gund gelek xirab bûye. Gundî mecbûr dimînin herin bajarên Tirkiye û Ewropayê kar bikin. Ajalvanî, çandinî tê kirin.

Wargehên balkêş biguhêre

Navdarên Qeregivîjê biguhêre

Girêdanên derve biguhêre