Qelaşînk

cureyên çûkan
Qelaşînk
Qelaşînkekî Ewropayê ku sedpiyek girtiye.
Dabeşandina zanistî
Cîhan: Animalia
Filûm: Chordata
Çîn: Aves
Kom: Coraciiformes
Famîle: Coraciidae
Cins: Coracias
Cure: C. garrulus
Navê zanistî yê latînî
Coracias garrulus
Linnaeus, 1758

Qelaşînk qeleşînk, bûkcuhî, şînşînk,qerejok, kerhajo, keraco, qirhajo, kaselleşînke, xumeşînke an qelaşînkê Ewropayê (Coracias garrulus), cureyekî masîgiran e.

Dabeşandin biguhêre

Du binecureyên qelaşînkan hatine danasîn ta niha:

  • Coracias garrulus semenowi
  • Coracias garrulous garrulus

Şayes biguhêre

Qelaşînk çûkekî qelew e ku dirêjiya wî di navbera 29–32 cm de ye û tevî baskan dirêjiya wî di navbera 52–58 cm de ye. Giraniya qelaşînkê nêr di navbera 127 – 160 graman de û yê mê di navbera 130 – 154 graman de ye. Rengê wî şîn û rengê paşiya wî pirteqalî-qeheweyî ye.[2]

Reftar û parêzî biguhêre

Hinek komên qelaşînkan bi riya Hindistanê ber bi aliyê Afrîkayê ve koçber dibin. Qelaşînk li balafirekî dehimî bû gor ku hatibû tomarkirin jor deryaya Erebistanê.[3] Qelaşînk li ser daran, dîreg an têlan dilîse. Dengê wî wekî qirikan e ku sext e. Qelaşînk li xijendeyên biçûk wek qirtîş û marên biçûk, çûkên jar, pîrê, kojerên biçûk, beq, mêş û mûr wekî çirçirk, kulî, sedpî û kêzikan digere û dixwe.[4] Qelaşînk nêzî şeş hêkan dike di hêlînên avakirî di kunên daran.

Jîngeh biguhêre

Qelaşînk cotgehên tevlihev, newalên çeman, û deştên zuha û germ ku tê de darên belavbûyî dijî ye.

Belavbûn biguhêre

Binecureyê qelaşînkê (C. g. garrulous) li bakur-rojavaya Afrîkayê, başûr-rojava û başûr-navîna Ewropayê, Asyaya biçûk (Tirkiye û Bakurê Kurdistanê) ta bakur-rojavaya Îranê (rojhilatê Kurdistanê) û başûr-rojavaya Sîbîryayê li Rûsyayê belav dibe.[5]

Pêşangeh biguhêre

Çavkanî biguhêre

  1. ^ BirdLife International (2012). "Coracias garrulus". IUCN Red List of Threatened Species. Version 2012.1. International Union for Conservation of Nature. Roja gihiştinê 16 tîrmeh 2012.
  2. ^ del Hoyo, J., Elliott, A. and Sargatal, J. (1994) Handbook of the Birds of the World. Vol. 6: Mousebirds to Hornbills. Lynx Edicions, Barcelona.
  3. ^ Satheesan, S. M. (1990) Bird-aircraft collision at an altitude of 2424 m over the sea. J. Bombay Nat. Hist. Soc. 87(1):145-146
  4. ^ del Hoyo, J., Elliott, A. and Sargatal, J. (1994) Handbook of the Birds of the World. Vol. 6: Mousebirds to Hornbills. Lynx Edicions, Barcelona.
  5. ^ Del Hoyo, J., Elliott, A. and Sargatal, J. (1994) Handbook of the Birds of the World. Vol. 6: Mousebirds to Hornbills. Lynx Edicions, Barcelona.

Girêdanên derve biguhêre

  Li Wikimedia Commons medyayên di warê Qelaşînk de hene