Qûre, amana ku tê de çay tê dem kirin, kelandin û pêşkêşkirin e. Heger binê wê de bo ava kelandinê parçeyek din jî hebe, bi hev re navê wê dibe çaydank. Li Kurdistana Bakur pirranî ji bo hemiyan dibêjin çaydank.

Koma qûreyan ji sala 1961, çaydankeke sifirî û 6 stekanên çayê
Qûreyeke japonî ji hesinê
Qûreyek ji Fürstenbergê, 1999
Qûreyeke ferfûrî, 1980

Cureyên qûreyan biguhêre

  • Qûre, cihê çay tê de ye û tê de tê dem kirin
  • Çaydank, taxima wê ye, ji du parçeyan pêk tê, yek qûre ye, yê din jî avdank e, çaydank navê taximê ye
  • Çaykan, çaydankên mezin ên kargehan e, gelek cureyên wan hene, ji tankên avê (avdank), dikê avê (henîfe, sulav, mûslix), qûre û amanên din ên servîsê pêk tên

Çay ji Çînê belav bûye, bêjeyeke çînî ye û bûye navneteweyî. Li Kurdistanê heya sedsala 19. ji çayê bêhtir, kafê (qehwe) dihatibûye vexwarin, lê niha çaya reş gelek tê vexwarin.

Gotarên têkildar biguhêre