Pretoria, paytexta îdarî ya Afrîkaya Başûr e ku bajêr navenda şaxa rêveberiya hikûmetê ye û malavaniya hemî balyozxaneyên biyanî yên li Afrîkaya Başûr e.[1][2]

Pretoria
  • Bajarên paytext
Pretoria li ser nexşeyê
Map
Pretoria li ser nexşeya Afrîkaya Başûr nîşan dide
Pretoria
Pretoria
Koordînat: 25°44′47″Bş 28°11′17″Rh / 25.74639°Bş 28.18806°Rh / -25.74639; 28.18806
ParzemînAfrîka Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
DewletAfrîkaya Başûr Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Li beşa îdarî
  • City of Tshwane Metropolitan Municipality Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Paytexta
  • Afrîkaya Başûr (Cape Town, Bloemfontein)
  • Komara Afrîkaya Başûr
  • City of Tshwane Metropolitan Municipality
  • Transvaal Colony
  • Union of South Africa
  • Transvaal Province Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Dema avabûnê16 çiriya paşîn 1855 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Îdarî
 • ŞaredarCilliers Brink (2023–) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Qada rûerdê
 • Giştî688 km2 (266 sq mi)
Bilindahî
1339 m (4393 ft)
Nifûs
741.651 (2011) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Dem
Koda telefonê012 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Malperwww.tshwane.gov.za/ Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Pretoria li ser peravên Çemê Apiyesê hatiye avakirin û ber bi rojhilat ve, ber bi qûntarên Çiyayên Magaliesbergê ve dirêj dibe. Bajêr wek bajarek akademîk û navendeke lêkolînê ya navdar e ku Zanîngeha Teknolojiyê ya Tshwane (TUT), Zanîngeha Pretoria (UP), Zanîngeha Afrîkaya Başûr (UNISA), Konseya Lêkolînên Zanistî û Pîşesaziyê (CSIR) û Konseya Lêkolînê ya Zanistên Mirovî li bajêr in. Pretoria di heman demê de malavaniya Weqfa Lêkolînê ya Neteweyî û Buroya Standardên Afrîkaya Başûr dike. Bajêr yek ji bajarên mêvandar ên Kûpaya Cîhanê ya FIFA ya sala 2010an bû.

Pretoria beşa navendî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Tshwane ye ku bi yekbûna gelek herêmên berê ku di nav de Bronkhorstspruit, Centurion, Cullinan, Hammanskraal û Soshanguve, hatiye yekkirin û hatiye damezrandin. Hinekan pêşniyar kirin ku navê fermî ya bajêr Pretoria bi Tshwane biguherînin, ev pêşniyar di nav civatê de bûye sedema nîqaşên gelemperî.

Pretoria bi navê rêberê Voortrekker Andries Pretorius hatiye binavkirin û Afrîkaya Başûr carinan ji bajêr re dibêjin "Bajarê Jakaranda" ji ber ku bi hezaran darên jakaranda li kolanên bajêr û li park û baxçeyên bajêr hatine çandin.[3][4][5]

Wêne biguhêre

Çavkanî biguhêre

  1. ^ "Pretoria | national administrative capital, South Africa | Britannica.com". web.archive.org. 18 tîrmeh 2018. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 18 tîrmeh 2018. Roja gihiştinê 13 îlon 2023.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  2. ^ "South Africa at a glance | South African Government". web.archive.org. 26 gulan 2020. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 26 gulan 2020. Roja gihiştinê 13 îlon 2023.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  3. ^ P E Raper - HSRC. Dictionary of Southern African Place Names.
  4. ^ "10 SA city nicknames, and why they're called that | News24". web.archive.org. 24 tîrmeh 2022. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 24 tîrmeh 2022. Roja gihiştinê 13 îlon 2023.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  5. ^ "About SA - South Africa's provinces". web.archive.org. 22 hezîran 2011. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 22 hezîran 2011. Roja gihiştinê 13 îlon 2023.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)