Pot-au-feu (gotin: [pɔt‿o fø]; bi fransî tê wateya « quşxaneya li ser agir »), hêyavkeke klasîk a fransî ye. Bi taybetî li bakurê Fransayê tê xwarin. Xwarineke quşxaneyê ya pêjgeha fransî ye. Ji zebze, goştê dewarê ye. Ji ber ku ava wê û goşt-zebzeyê wê cuda tên xwarin, gorî pîvan û normên pêjgeha kurd, ev xwarin him şorbe ye, him jî hêyavk.

Pot-au-feu bi goştê dewarê

Gelek variyatên vê hêyavkê hene, lê ya klasîk de divê gizêr, pîvaz, şêlim (binerd, şelxam), pirasa (qurad), bendik (kerefz, kerewîz) hebin. Wekî biharbêhn (biharat) jî îsota reş û garnîturên cuda tên bikaranîn. Ji ziman, parsû, pîlê dewarê goşt tê tîkekirin, pakijkirin. Wekî hêyavkên din berê goştê hindik diqelînin, dikelînin û zebzeyan li quşxaneyê zêde dikin.

Pirranî berê ava goşt, ava vê xwarinê tê servîskirin, paşê jî goşt û zebze. Fransî goşt û zebzeya bêav, bi gormiz (xerdel) û tirşînê dixwin.

Çavkanî biguhêre

  • William Black: Plats du Jour – A Journey to the heart of French food, Transworld Publishers, London 2007, ISBN 9780552154604. (îngilîzî)