Petûnya (bi latînî: Petunia), hevnavê malbatekê kulîlkan e.

Cureyek ji malbata petûnyayê

Navê wê ji zimanê Çermesoran e, di wateya titûnê de ye. Di dema mêtingeriyê de ev nav derbasê Ewropayê bûye. Heger baş li kulîlkê bê nêrîn, bi salan li cihê xwe aj dide. Lê pirranî bo salekê tê heşînkirin.

16 cureyên wê hene, ji başûrê parzemîna Amerîkayê belav bûye. 14 cureyên wê di zanistiyê de hatine tomarkirin, ji heya şaneyan hatine rohnîkirin.

Hin cureyên wê ji aliyê molekûlar ve hatine analîzkirin lê hêj li ser koma jor nehatine hesabkirin. Xebatên biyologan didomin.

  • Petunia alpicola L.B.Sm. & Downs
  • Petunia helianthemoides Sendtn.
  • Petunia kleinii L.B.Sm. & Downs
  • Petunia ledifolia Sendtn.
  • Petunia pubescens (Spreng.) R.E.Fr.
  • Petunia variablis R.E.Fr.

Sala 1985 H. J. W. Wijsman û J. H. de Jong lêkolînek dikin li ser vê komê, petûnyayan di binê du binekomê de tomar dikin.

Bikaranîn biguhêre

 
Hybride 'Sweet Sunshine'

Yekemîn cureyê hatiye çandin bi texmînî Petunia axillaris e. Îro pirranî di baxçeyan de bo xweşikiyê tê çandin.

Li ser petûnyayê biguhêre

  • T. Gerats und J. Strommer: Petunia − Evolutionary, Developmental and Physiological Genetics, weşanxaneya Springer, 2009, ISBN 978-0-387-84795-5.
  • Armando T. Hunziker: The Genera of Solanaceae. A. R. G. weşanxaneya Gantner K. G., Ruggell, Liechtenstein 2001. ISBN 3-904144-77-4.
  • William D'Arcy & A. Rakotozafy: Famille 176 - Solanaceés. In: Flore de Madagascar et des Comores, Muséum National D'Historie Naturelle, Parîs, 1994, ISBN 2-85654-197-6.

Girêdanên derve biguhêre