Percy Williams Bridgman

Fizîknasa Amerikî

Percy Williams Bridgman (jdb. 21ê nîsana 1882an li Cambridge, Massachusetts; m. 20ê tebaxa 1961ê li Randolph, Nû Hampshire) fîzîknasekî DYAyî bû. Sala 1946î Xelata Nobel a fîzîkê wergirtiye.

Percy Williams Bridgman

Jînenîgarî biguhêre

Sala 1900î dest bi perwerdeya fîzîkê li Zanîngeha Harvardê dike. Sala 1905î dest bi lêkolînên li ser termodînamîka materyalên di bin mezin-barê de ne dike. Sala 1908î doktoriya fîzîkê digire. Li heman zanîngehê heya sala 1954î dixebite. Ji sala 1910î pê ve dersdariyê dike. Sala 1919î asîstentprofesor û sala 1926î de jî dibe profesorê matematîk û fîlozofiya xwezayê.

Bandora xwe wekî Robert Oppenheimer, li gelekan kiriye. Sala 1912î evînmarî dibe (dizewice). Hevalê yek ji mezinên rêbaza tevgerzaniyê B. F. Skinner bûye.

Bridgman ji gelek cihan doktoriya şerefê wergirtiye:

  • Stevens Institute (1934)
  • Harvard (1939)
  • Brooklyn Polytechnic (1941)
  • Princeton (1950)
  • Parîs (1950)
  • Yale (1951)

Xelatên wî biguhêre

  • Rumford-Medaille a American Academy of Arts and Sciences
  • Cresson-Medaille a Franklin Instituts
  • Roozeboom-Medaille a Akademiya zanistiyê ya keyaniya Holenda
  • Comstock Prize a National Academy of Sciences
  • New York Award a Research Corporation.
  • Endamtiya Royal Society û endamtiya şerefê ya Physical Society (London). Ji ber nearamiya giran a nexweşiya şêrpenceyê dawî li jiyana xwe dide.

Berhem (li kurdî nehatine wergerandin) biguhêre

  • Dimensional Analysis ISBN 0-404-14774-7
  • The Logic of Modern Physics (1927); )
  • The Physics of High Pressure (1931)
  • The Thermodynamics of Electrical Phenomena in Metals (1934)
  • The Nature of Physical Theory (1936)
  • The Intelligent Individual and Society (1938)
  • Nature of Thermodynamics (1941)
  • Reflections of a Physicist (1955)
  • The Way Things Are (1961)