Pencere, vekirîbûnên geometrîk ên ji bo kontrolkirina hewa, ronahiyê ne. Di malan, otomobîlan de mecbûrî ne. Pencere vekirî yan ji camê ne. Herwiha sûna camê plastîk û têkelên din ên kîmyayî jî dibin. Bêjeya pencereyê pirranî pencereyên avahiyan tînin bîrê.

Pencere

Cureyên pencereyan û binavkirinên kurdî biguhêre

  • Pace, bo pencereyên yek qalpax û çorsane. Herwiha bo pencereyên otomobîlan.
  • Pacerê, pencereyên ji çend çaviyan in, mezin in û li rûyê navendî yê avahiyan in.
  • Berkaz (perkaz), di wateya pencereyê de ye, mirov dikare bo hemiyan bikarbîne lê heger çarçoveya wan nebin nayê bikaranîn.
  • Şibak(e), pencereyên ji çar çaviyan in. Pencereyên li dîwarên stûr û aliyê hûndir bi pêşiya, çaviya wan hene. Di xaniyên kevirî yên berê de gelek bûn.
  • Mered
  • Kulek (qulek), bi devang û ne ji camê ne. Bi rojê tên vekirin, tarî û sermayê de tên niximandin. Berê di gom, kadîn û tewleyan de gelek bûn.
  • Pacik, pencereyên biçûk.
  • Pencereyên nûjen, bi gelek teknîkan in.