Papa Eftîm I (navê jidayikbûnê Παύλος Καραχισαρίδης, Paulos Karaxîsarîdîs) (1883 – m. 14 adar 1968) patrîkekî xiristiyan ê qeremanîtirk û damezirîner û yekem rêveberê Dêra Ortodoks a Tirkî bû. Ew bi nêrîna xwe ya tirkperest û tevlihevkirina xwe ya xiristiyantî û tirkperestiyê tê naskirin.

Papa Eftîm I
Navê rastî
Zeki Erenerol Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Jidayikbûn1884 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Mirin14ê adara 1968an (85 salî)
Şişli, Stembol
EsilTirk
HevwelatîTirkiye
PîşeKeşe
PaşêPapa Eftîm II
DînXiristiyanî
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Wî wek patrîk ji 1923an heta 1962an hikûm dikir, gava ku ji ber nexweşiyê kurê xwe tayînî patrîkiyê kir bi navê Papa Eftîm II.[1]

Jiyan biguhêre

Di sala 1883an de li Aqdaxmedenî (Akdağmadeni) ya navçeya Yozgadê di dema Împeratoriya Osmanî de hatiye dinyayê. Di kargehekê de dixebitî. Di sala 1915an de wek kahîn hat tayînkirin û navê wî Eftim lê kirin. Wî Atatürk bi xwe nas kir û bû yek ji hevalên wî yên herî baş.[2] Eftîm di 23ê nîsana 1920an de ji aliyê CHPê ve wekî nûnerê civaka xiristiyanên Tirkiyeyê ji bo avakirina parlamena Tirkiyeyê hat vexwendin.[2]

Di parlamenê de wiha got “ez dostê tirkan im, ez tirk im û kurê tirkan im. Min her tim nasnameya xwe ya tirkî vegot. Kesên ku dibêjin ez ne tirk im ez efû nakim.”[3]

Di 14ê adara 1968an de jiyana xwe ji dest da û li goristana ortodoks a yewnanî ya Şişliyê (Stembol) hat definkirin. Gelek neteweperestên tirk û xiristiyan her sal gora wî bi bîr tînin.[4]

Çavkanî biguhêre

  1. ^ Hurriyet: Türkçe dua eden bir papa (in Turkish)
  2. ^ a b Hurriyet: Türkçe dua eden bir papa (in Turkish)
  3. ^ Çetintaş, Cengiz (18 çiriya paşîn 2019). Cumhuriyet'in Kuruluş Yılı 1923: TBMM Tutanakları Yıllığı (bi tirkî). Cengiz Çetintaş. ISBN 978-605-81170-6-8.
  4. ^ Dr. Racho Donef — Sydney, Australia. January, 2003. (23 kanûna paşîn 2004). "The Political Role of the Turkish Orthodox Patriarchate (so-called)". Atour.com. Roja gihiştinê 24 kanûna pêşîn 2013.{{cite web}}: CS1 maint: multiple names: lîsteya nivîskaran (lînk) CS1 maint: numeric names: lîsteya nivîskaran (lînk)