Papîrus

Nivîs û amûr

Papîrus (kaxeza levenî) yek ji malzemeyên herî kevin ên nivîsînê bû. Ew ji cûreyekî qamîş ê ku pir li besta Nîlê şîn dibû, pêk hatiye. Ji ber ku erzan bû, pir dihat bikaranîn, lê mixabin gelekî di ber xwe nedida; mesele li cihên hêwî papîrûs zûka diriziya. Ji ber vê yekê destnivîsarên papîrûs ên ji demên kevin, bi tenê li cihên ziwa, bi taybetî jî di qûmên Misirê de hatine parastin û dikaribûn heta dema me bên.

Papîrus
Riweka papîrusê