Pêjgeha portûgalî, ji cure û dewlemendiya xwarin-vexwarinê Portûgalê re tê gotin. Masî, fasûlî (lobiye, lovî), goşt, zebzeyên heşîn, riz, kartol gelek tên bikaranîn. Xwarinên quşxaneyê, şorbe pirr tên kelandin. Ji rûnan ê zeytê hezdikin. Pareke dewlemendiya xwarinên portûgalî jî ji mêtingehan e. Tê zanîn bi sedan salan portûgaliyan kolonyalîstî dikirin. Ji çand û hunera koloniyan gelek tevlî ya portûgaliyan bûye.

Bacalhau – Xwarina neteweyî ya Portûgalê, tê amadekirin

Şorbe û xwarinên quşxaneyê biguhêre

 
Caldo verde

Di aşxaneyan de beriya xwarinê ew jî wekî kurdan xwarinên sivik, bo mînak şorbeyê dixwin. Herwiha nan jî. Caldo verde („ava kesk/heşînî ya goşt“), goştekelem, sosîsa berazê (Chouriço), Gazpacho, cureyên şorbeyê yên masiyan çend mînak in. Divê mirov xwarina fasûliyan Feijoada jî jibîr neke.

Masî û çêjên deryayê biguhêre

 
Bacalhau à minhota

Xwarinên cuda ji masiya Bacalhau, serşûrmasî (an masîşûr) (Xiphias gladius), orkînosê di qorên pêşîn de cihê xwe digirin. Ji van masiyan, biraşte, tiyan, şorbe ûêd gelek awayên xwarinan tên xwarin.

Hin ji xwarin-vexwariên navdar biguhêre

Çavkanî biguhêre

  • DUAL Culinária: Portugiesische Küche, Kochbuch. Centro DUAL, DPIHK, Lissabon, 2009, 121 S. (bi almanî)