Pêjgeha ereb ji cure, awa û dewlemendiya xwarin, vexwarinên nîvgirava ereban û welatên din ên ereb lê dijîn re tê gitin. Bo gotineke din ji xwarin-vexwarinên ereban re dibêjin.

Piyana (sênî, mersef) mezeyê, Urdun

Oryantalîzm û tevlîhevî biguhêre

Li rojavayê Ewropa û bakurê Amerîkayê, ji ber gelek sedeman, çanda rojhilata navîn, bakurê Afrîkayê, Anatoliya, Kurdistan û heya qefqazê dikin para ereban an jî di demên dawiyê de para romiyan (tirk). Ev ji oryantalîzmê tê. Bo rojavayiyan rojhilatî her rojhilatî ne, çi kurd, çi ereb, faris, tirk ferq nake. Ev jî dibe sedemê gelek tevlîheviyan.

Bi çûyîna romiyan (tirk) bo Ewropayê ve (salên 1960-70) çi xwarin-vexwarinên mezopotamya, Kurdistan û cîhana ereban hene îcar jî wekî yên tirkan hatine naskirin. Bo mînak li ewropa ji lehmecûn a erebî re, pîzaya tirk dibêjin. Ji kafêya ereban re jî, qehweya tirk. Bi dehan heya sedan wiha binavkirin hene.

Xwarinên ereban gelek rengîn in biguhêre

Çand û hunera ereban pirr dewlemend e. Bi belavbûna Îslamê re kûltûra gelên îslam pejirandine jî tevlî ya ereban bûye. Xwarinên ereban bandoreke mezin li yên cîranan kirine, herwiha berevajî jî. Riz, nîsk, lovî (lobiye), berhemên şîr, goştê sor bingeh in di pêjgeha ereb de. Bi qasî kurd û farisan nebe jî, biharbêhnê bikartînin.

Li bakurê Afrîkayê ku lê ereb dijîn, bandora xwarinên herêma Deryaya Navîn û afrîkayî jî gelek e. Mirov dikare bêje, li peravên Deryaya Navîn, çandeke hevpar heye. Ji pêjgeja kurdî jî gelek xwarin derbasê ya ereban bûye. Kufte, hin cureyên şorbeyê û kilor ji kurd û farisan derbasê ereban bûye.

Ereb bi kafê (qehwe), şîranîyên bêhempa, goşt û riz, dehan cureyên nanê deng dane. Di cîhanê de cihê pêjgeha ereb gelek mezin e, bilind tê nirxandin.

Bedewî biguhêre

Bedewî koçber in, li bakurê Afrîkayê dijîn. Gelek taybetmendiyên wan hene. Herwiha pêjgeha wan jî ji ya ereban gelek cuda ye. Hêştir di jiyana wan de cihekê sereke digire, dîsa berhemên wê jî. Bizin û mihan jî xwedî dikin, berhemên şîr dixwin. Ji gelek aliyan ve xwarinên wan dişibin ên herêma Deryaya Navîn.

Xwarin-vexwarinên navdar ên pêjgeha ereb biguhêre

Çend xwarin-vexwarinên kurdî yên derbasê ereban bûne biguhêre

Çavkanî biguhêre

  • Khalila Aziz u.a.: Die arabische Küche. Kochbuch-Kochwörterbuch - Pêjgeha ereb. Terîf/Ferheng. Verlag Diwan, Zürich 2005, ISBN 3-908547-15-6 (bi almanî û erebî).
  • Alan Eaton Davidson: Arab cuisine, Arabian food und Bedouin food. In: Ders.: The Oxford Companion to Food. 2. Aufl. University Press, Oxford 2006, ISBN 978-0-19-280681-9. (îngilîzî)
  • Gisela Darrah, Heike Abd el Maksoud: Kaffee mit Kardamom, Geschichten und Genüsse aus dem Orient. Books on Demand 2010, ISBN 978-3-8391-8622-0. (almanî)