Pêşbaziya bedewîtiyê

Pêşbaziya bedewîtiyê, pêşbirka rindîtiyê, berbaziya xweşiktiyê ji dam û dezgeha bi dengdayîn û nirxandina desteya hilbijêran, kivşkirina rindan, bedewan re dibêjin. Têkbir tên xelatkirin. Jin an mêr, gorî armanca pêşbirkê, herkes dikare tevlî bibe. Ango pêşbazî bo keçan be keç, lawan be law dibin berendam.

Serfiraziya têkbirên Miss Earth 2007.
Şahciwanê Fransayê (Mister France, 2020)
Pêşbirka ciwaniyê ya Miss Universe di sala 1930î de

Gava mirov behsa pêşbaziya rindîtiyê dike, pirranî a keçan dikeve bîra mirov. Gorî pêvanên rîndîtiya jûriyan, pêşbazî tên lidarxistin, ji nava berendaman tên hilbijartin. Pêşbaziyên rindîtiyê yên zarok, ajal, kulîlk, duçerxe hwd gelekan jî hene.

Rindîtî heye? biguhêre

Helbet rindîtî (bedewî, ciwanî) têgîneke dîmane (îzafî) ye. Rîndîtiya teqez nîne. Her kes rind e, her kes dikare yekê rind, yekê nerind bibîne. Jixwe armanca van pêşbaziyan jî bezm û şahî ye. Bi van organîzasyonan temaşekar kêfê dikin, pere tê qezenckirin û bo pêdiviyên cîhana bezm, moda û reklamê, elemanên nû tên kivşkirin.

Dîrok biguhêre

Kengî ve mirovan pêşbaziyên wiha lidarxistine nayê zanîn. Gotegotên grekiyan behsa pêşbaziyeke mîtosî dike ku 2 hezar sal b.z. xwedayên wekî Afrodît, Hera, Erîs, Athena tevlî bûne.

Yekem pêşbazî sala di 19ê îlona 1888an de, bi navê Concours de Beaute li Belgiyayê hatiye lidarxistin. Ji nava 350 berendaman keça 18 salî Bertha Soucaret hatiye hilbijartin.

Yekem pêşbaziya fermî û navneteweyî di 14ê tebaxa 1908an de li Folkstone ya Brîtanyayê û yekem pêşbaziya cîhanê ya rindîtiyê jî di 19ê nîsana 1951ê de hatiye lidarxistin.

Pêşbaziyên rindîtiyê yên sereke biguhêre

Ên din biguhêre

Pêşbaziyên modeltiyê biguhêre

Pêşbaziyên lawan û mêran biguhêre