Pêçkeyên tirimbêlê

Pêçkeyên otomobîlan an pêçkeyên tirimbêlan ji çerxeyên otomobîlan re tê gotin. Çerxeyên nûjen bi jant in. Pêçke ji çerxeyên nava wan bi giştî dagirtîne û dora wan bi metal, lastîk an formeke elementên din pêçandî re tê gotin. Erebeyên gayan ên çerxeyên wan ên darî bi hesinan hatine dorzexmkirin jî pêçke ne.

Pêçkeyên bi rengên cuda xêzkirî
Pêçkeyên trembêlan ên jantên wan ji lajwerdên sivik in
Pêçkeyên traktoran li Bismilê

Lê ji ber ku êdî kêm tên bikaranîn, bêjeya pêçke ji bo yên otomobîl, firoke, erebokên destan ûêd tevan tê bikaranîn.

Formên din ên çerxeyan biguhêre

Pêçkeyên otomobîlan ji skeleta metalî, lastîk, jant, nepoxa nepixandî (pifkirî), sîbopa nepoxê, borxiyên wê pêk tên. Ev form standard e, pêçkeyên firokeyan jî di heman formê de ne. Helbet gorî giranî, leziya otomobîl û firokeyan tên guhertin.

Kurteserpêhatiya lastîkan, pêçkeyên otomobîlan biguhêre

Cara berê lastîkên ku nava wan ji kaûçukê tijekirî bûn, sala 1895'ê derdikeve firotinê. Ev lastîk nediteqîn, ajotina bilez gemgaz dikirin.

Sala 1903'an pêçkeyên di forma çerxeyên duçerxeyan de derketin. Sala 1906'an pêçkeyên nepoxkirî derketin ku bingeha lastîkên îro jî dihate avêtin. Her çû lastîk bipêşketin.