Pêçange, kilora bêçiyê yek ji cureyên kilorê ye. Li Kurdistanê û tevahiya herêmên gelên îranî bi heman navê tê naskirin. Bi forma paçanga boregi derbasê romî (tirkî) jî bûye. Ji bêjeya pêçî (bêçî) û pêçandinê ye, lewra şikevayê dipêçin dişibînin pêçiyê. Li tevahiya herêmên Kurdistanê pêçange hezkirî ye.

Pêçange

Ji şikevayê ye, ji yek pelek tê amadekirin. Ji bo dagirtinê penîr rûn, fireng, bexdenûs, îsot û cureyên goştên hêrayî tên bikaranîn. Bo çêjdanê cureyên biharatê (biharbêhn) jî dikarin bên zêdekirin.

Berkelîna (kelûmêl, melzeme) xwarinê hûrtenikî tê tîkekirin (cengekirin) û wê dixin nava pelhevîrkê. Pelhevîr bi dirûvê sîgarayê yan bêçiyê (tilî) tê pêçandin. Di nava rûn de tê biraştin û daberandin.

Cureyên pêçangeyê biguhêre

  • Pêçange
  • Kilora sêpelî, pêçangeya sêbirrî, kilora tilîkî ya sêqatî (bi tesîra tirkî boreg sîgara yan sîgara boregî jî dibêjin).