Operasyonên psîkolojîk

Operasyonên psîkolojîk, operasyonên derûnî, ji bo armanceke civakî yan polîtîk, bi giştî bikaranîna derûnnasiyê ye.

Mixabin zanistî ne tenê bi erênî, herwiha neyînî jî tê bikaranîn. Derûnnasî jî, pirranî ji aliyê dewletan ve, ji bo berjewendiyên sazûmaniyên wan tên bikaranîn. Operasyonên psîkolojîk, parçeyek ji şerê psîkolojîk in.

Ji bo berjewendiyên hundurîn an derveyî, operasyonên psîkolojîk tên lidarxistin. Dewlet statîstîkên xwe vedişêrin, agahiyên nerast belav dikin. Aliyên xwe yên xurt qels, ên qels jî xurt nîşan didin.

Ji bo welatekê dijmin wekî gef, provokasyon, navtêderî hwd, bo welatên hevalbend jî wekî çalakiyên sîmpatiya gelan bilindtir dikin hwd tên kirin. Bo mînak dewlet bixwaze li herêmekê xwe bicih bike, berê di qada navneteweyî de operasyona psîkolojîk lidardixe. Sedemê ketine xwe bi xelkê dide pejirandin.

Alavên operasyonên psîkolojîk biguhêre

Dewleta an hêza ku li dijî komekê xelkê operasyona psîkolojîk lidarbixe, li gorî giringî û meziniya armancê û tecrubeyên xwe rêbaz û alavên bikaranînê dibijêre.

Pirranî medya, ol, çapemenî, sîmbolên pîroz ên komê, kesên sexte û provokator, saziyên aboriyê û hêzên çekdar tên bikaranîn. Heger welatek bixwaze welatê cîran dagir bike, bo mînak hêzên xwe yên sîxuriyê yên biçek dişîne welatê cîran. Ew kom kincên eskerên dijmin li xwe dikin, xwe nîşanî gelekan didin û tên gule berdidin baregehekê welatê xwe.

Medya û çapemenî viya bi heyecanek mezin belav dikin. Gel tê provokekirin. Rayagiştî ya hundir û derve tê xapandin. Ziyan tê mezinkirin. Dewlet biryarê dide ku "bo parastina tîxûbên xwe yên rewa" eskerên xwe dişîne welatê cîran. Operasyon biserketiye.

Li Tirkiye û welatên ereb bi giranî medya-çapemenî û nirxên pîroz ên neteweyî tên bikaranîn. Li Îranê operasyonên psîkolojîk di sazûmaniya şerê psîkolojîk de tê kirin û gelek pêşketî ye.

Gorî berjewendiyên xwe DYA, Ewropa û welatên din jî him operasyonên psîkolojîk, him jîşerê psîkolojîk dimeşînin.

Cureyên wê biguhêre

  • Operasyonên kurtedemî û armancbiçûk
  • Operasyonên dirêjdemî û armancmezin
  • Operasyonên ku armanca wan têkbirina dijmin in
  • Operasyonên ku armanca wan qezenckirina dijmin in (xapandin).
  • Operasyonên sîmetrîk
  • Operasyonên asîmetrîk
  • Operasyonên beralîkirin û perwerdekirina gel
  • Operasyonên sîbernetîk (bi heman rêbazên psîkolojîk)

Hin mînak biguhêre

  • Ketine DYA û alîgirên wê bo hilweşîna Saddam Huseyîn. Amerîkayê berê dinya amade kir ku Îraq çekên nûklear hildiberîne. Paşê hat pêderxistin ku Îraq ne xwedî çekên nûklear e.
  • Pêşkêşkirin û tewanbarkirina Tirkiyeyê ya mixalifên xwe. Tirkiye kê dijî dewleta wan rexne yan daxwazekê bike wan bi "berdestê împeryalîstan, gerû û mîhraqên derveyî (diş mihraklar)" mor dike. Gelê xwe bi viya dide bawerkirin.