Okalîptûs
Tadar, okalîptûs
Dabeşandina zanistî
Cîhan: Plantae
(ne aşkera ye): Angiosperms
(ne aşkera ye): Eudicots
(ne aşkera ye): Rosids
Kom: Myrtales
Famîle: Myrtaceae
Binefamîle: Myrtoideae
Êl: Eucalypteae
Cins: Eucalyptus
L'Hér.
Awayê cureyê
Eucalyptus obliqua
L'Hér.
Diversity
~ 700 cure
Hevwate

Aromadendron Andrews ex Steud.
Eucalypton St.-Lag.
Eudesmia R.Br.
Symphyomyrtus Schauer[1]

Okalîptûs dareke ji malbata myrtaceae ye ku li Kurdistanê jî digihê. Zêdetirî 700 cureyên vê darê hene ku pirraniya wan li Awistraliyayê tên dîtin. Çend cureyên wê li Kurdistanê hêşîn dibin, ne diyar e. Herwiha şewitandina daristanên bakurê Kurdistanê ji aliyê artêşa Romê (Tirkiye) ve bandoreke çawa li okalîptûsan kiriye jî. Lewra li ser floraya Kurdistanê lêkolînên zanistî kêm in, ên hene jî ne aktuel in.

Okalîptûs darên herî dirêj in, bilindiya wan ji 100 m derbastir dibin. Dareke gihîştî ya okalîptûsê 200 heya 1000 lt avê dihewîne. Okalîptûs ji avê hez dikin. Li cihên avevek (hezek, avzêl) diajon ku axê ziwa bike. Li cihê ku dara okalîptûsê hatiye ajotin, demekê dirêj darên din hêşîn nabin, lewra madeyeke kîmyayî berdide axê. Divê demekê derbas bibe, heya axê xwe pakij kir.

Şaxên vê darê yên sereke biguhêre

  • Binekoma eudesmia: Nêzîkî 20 cure.
  • Binekoma nothocalyptus: Tenê yek cureyek.
  • Binekoma symphyomyrtus: Dora 450 cureyan.
  • Binekoma monocalyptus: Nêzîkî 140 cure.

Çavkanî biguhêre

  1. ^ "Eucalyptus L'Hér". Germplasm Resources Information Network. United States Department of Agriculture. 27 kanûna paşîn 2009. Ji orîjînalê di 29 gulan 2010 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 28 sibat 2010.