Nerd an textenerd an jî tewle kevintirîn lîstika cîhanê ye. Ji kurd û îranyan belav bûye. Di lîstika nerdê de him stratejî heye, him jî lîstik hinekê li ser şansê ye. Ango lîstik li ser herdu hîman ava ye. Kurdên YKSSê jê re nardî dibêjin.

Nerda nûjen
Maseyeke nerdê ya nûjen
Îro gelek cureyên zarê hene

Dîroka nerdê biguhêre

Ji kurd û gelên din ên îranî derketiye (fars, mazenderan, gilakî ûêd). Derbareyê bingeha wê de gelek angaşt hene. Dibêjin şahekî îraniyan ev lîstik daye çêkirin, lê di bermahiyên bajarê di bin pêta volkanê de ma Pompeî de jî wêneyên wê hene. Ango pirr berê jî hebûye. Li Kurdistan, Îranê ev lîstik pirr berê jî dihatibûye. Ji wan derbasê romayiyan bûye li cîhanê belav bûye.

Çawa tê lîstin? biguhêre

Niha di forma qutiyekê de tên firotan. Li binê platformê xêzikên bo pûlan hene. Pûl ji du rengan e, 15 ji rengekê, 15 jî ji yê din.

Dibêjin xêzik û pûl gorî salnameyê hatine avakirin. Hejmara xêzikan 12 ne (6+6) û ev mehên salekê ne. Hejmara pûlan 30 ne (15+15) ew jî rojên mehê ne. Di nerdê de 4500 ajotinên lîstikê hene.

Zimanê nerdê bi kurdî/îranî ye biguhêre

Gorî dibetiyên zarê (belim, îhtimal), hatinên zarê hejmartinên îranî tên bikaranîn. Tirk jî wisa dikin.Bo mînak 2-2 hat dibêjin dubare. 1-3 hat dibêjin yek û sê.