Nazmî Kirik ( jdb. 1ê kanûna paşîn a 1976an li Diyarbekir, Bakurê Kurdistanê ) şanoger û hunermendê sînemayê yê kurd e.

Nazmi Kırık
Jidayikbûn
Hevwelatî
Pîşe
Qada xebatê
Acting (en)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre

Jiyana û kariyera wî biguhêre

Di sala 1976an de li Diyarbekirê ji dayik bû. Dibistana navincî li Qoserê lîseyê jî li Diyarbekirê xwend. Di dema perwerdehiya xwe de li Şaxa Amedê ya Navenda Çanda Mezopotamyayê de dest bi xebatên dîlan û şanoyê kir. Di vê navberê de di gelek lîstikan de cih girt. Di dema xebatên xwe yên NÇMê gelek caran hate binçavkirin û di encamê de 7 meh di Girtîgeha Diyarbekirê de raza.

Piştî ji girtîgehê derket di sala 1996an çû Stembolê û xebatên xwe yên dîlan û şanoyê li Şaxa Stembolê ya Navenda Çanda Mezopotamya di bin banê Teatra Jiyana Nûyê meşand. Di sala 2003an digel çend hevalên xwe Dezgeha Hunerê ya Seyr-î Meselê ava kir.

Di sala 1999an de bi fîlma Güneşe Yolculuk/Rêwitiya Ber Bi Rojê dest bi sînemayê kir. Rêwitiya Ber Bi Rojê di heman salê de di Festîvala Fîlman a Berlînê de xelatên "Blue Angel" û "Peace" wergirt. Di sala 2003an de bi fîlma Kleine Freiheit/Azadiya Biçûk di beşa Derhêneran ya Festivala Fîlman Cannesê derket ber temaşevanan.

Di sala 2005an de bi derhêneriya Huner Selîm bi fîlma Kilometre Zero bû namzetê lîstikvanê mêr yê herî baş. Dîsa di sala 2006an bi kurtefîlma Kimlik/Nasname ku derhêneriya wê bi xwe kiribû beşdarî 43em Festîvala Fîlman ya Antalyayê bû.

Nazmî Kirik xebatên xwe li Tirkiyê û Almanyayê dimeşîne.

Xebatên wî biguhêre

Sînema biguhêre

  • Güneşe Yolculuk/Rêwitiya Ber Bi Rojê (Bi rola Berzan, Derhêner: Yeşim Ustaoğlu, 1999)
  • Fotoğraf/Wêne (Bi rola Alî, Derhêner: Kazim Öz, 2001)
  • Organize İşler/Karên Organîze (Bi rola Hıdır Durulmaz, 2005)
  • Kleine Freiheit/Azadiya Biçûk (Bi rola Haydar, 2003)
  • Kilometre Zero (Bi Rola Ako, Derhêner: Huner Salem, 2005)
  • Dol (Bi rola Azad, 2005)
  • Beynelmilel/Navneteweyî (Bi rola Tekin Yayladalı, 2006)

Kurtefîlm biguhêre

  • Kimlik/Nasname (Senaryo û Derhênerî)

Şano biguhêre

Girêdanên Derve biguhêre