Nathan Ackerman

psîkiyatrîstê amerîkî

Nathan W. Ackerman (jdb. 22ê çiriya paşîn a 1908an li Besarabiya; m. 12ê hezîrana 1971ê li New York) psîkoanalîst, mamosteyê zanîngehê, psîkiyatrîstekî navdar ê Amerîkayî bû.

Nathan Ackerman
Jidayikbûn22 çiriya paşîn 1908 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Bessarabia Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Mirin12 hezîran 1971 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
New York City Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
HevwelatîDewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, Împeratoriya Rûsî Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Perwerde
  • zanîngeha Columbia Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Kurtejînenîgarî biguhêre

Di 4 saliya xwe de hevwelatiya DYAyê werdigire (1920). Sala 1933 li Zanîngeha Columbia perwerdeya xwe ya bijîşkiyê bidawî dike. Dûv re li Menninger Foundation a li Topekayê ye kar dike. Sala 1937 li klînîka zarokan Child Guidance, dibe gerînende.

Vedigere New Yorkê û xwe dide xebata Jewish Board of Guardians. 1957 klînîka bi navê Family Mental Health Clinic dadimezirîne û li Columbia Medical School dest bi dersdariyê dike. Sala 1960 înstuta bi malbatê Family Institute vedike û sala 1962 - bi tevî Don D. Jackson - kovara ku îro êdî gelek pêş ketiye Family Process dertîne.

Lehengê terapiya malbatê biguhêre

Giraniya xebata wî li ser malbatê ye. Mirov endamê malbat û civatê ye. Malbat dendika herî girîng a civakê û jiyana mirov e. Pêwîst e psîkoterapî viya jibîr neke, malbatê bingeh bigire.

Demekê Ackerman bi xwe jî gelek astengî dîtiye, ji ber ku zimanê wî yê dayîkê ne îngîlîzî bû rastî gelek pirsgirêkan hatiye. Ev yeka han bandora xwe li ser jiyan û teoriya wî kiriye. Sala 1938 li ser himên bingehîn ên terapiya malbatê nivîsan diweşîne. Nêrînên wî gelek rexneyan digirin, gotûbêj tên lidarxistin.

Ackerman yek ji wan kesan e ku psîkoterapiya malbatê aniye rojevê, bingehên wê avêtiye.

Înstîtuta Ackerman bo malbatê biguhêre

1960 Ackerman li New Yorkê înstîtuta xwe Family Institute vedike. Di demekê kurt de bala raya giştî dikişîne. Di serî de sê fonksiyonên wê hebûn:

  • Bicihanîn û agahdarkirina bingehîn a gel
  • Lêkolîn
  • Perwerde

Piştî mirina wî navê înstîtutê kirin Înstîtuta Ackerman.

Berhem biguhêre

  • Family therapy in transition. Bi tevî Lieb/Pearce. Boston 1970
  • Expanding theory and practice in family therapy. Bi tevî Beatman/Sherman. New York 1967
  • Treating the troubled family. New York 1966
  • The psychodynamic of family life. New York 1958
  • Antisemitism and emotional disorder. Bi tevî Marie Jahoda. New York 1950
  • The Unity of the Family und Family Diagnosis: An Approach to the Preschool Child, herdu tekst 1938

Berhemên bi almanî biguhêre

Girêdanên derve biguhêre