Nîşanên guhertina tonî (muzîk)

Nîşanên guhertina tonî, bi navê din aksîdênt, ji bo bilindkirina tonî herweha ji bo nizimkirina wê jî, yenî altêrarekirina wê tên bikaranîn.

Bi van nîşanan ton ne tenê nîvpile dikarin bêne guhertin lêbelê pirtir jî, yenî tonek sax, ton û nîvek, 2 tonan, ribekton, kêmî ribekê jî... td.

Aksîdentên herî girîng biguhêre

Ev nîşanana ev in:

  • Diyêz (♯) Ton nîvrade zêde dike, yenî gava li kêleka Do be, ew do dibe Do-Diyêz. Nîvton lê zêde dike.
  • Dubil Diyêz (♯♯) Tonê radeyek sax diguhêre, lê zêde dike, yenî gava li kêleka Do be, ew Do dike Rê (♯♯-Do = Rê). Mirov dikare ji Dêvla (♯♯) vê simbolê jî deyne (x). (x Do = Rê)
  • Bêmol (♭) Ton nîvrade kêm dike.
  • Dubil Bêmol (♭♭) Tonê pileyek sax kêm dike, yenî gava li kêleka Sol be ew Sol dibe Fa (♭♭-Sol = Fa)
  • Bêkar ango Naturêl (♮) Tonê vedigerîne weke berê.

Divabe ku ev nîşanên han berî tonê bêne nivîsandin, gerek li kêleka wênî çeppê be.

Ji bo vegerandina tonan ber bi ka berê çawa bûn, hewce nake mirov 2 Bêkaran bikarbîne, tu ♯♯-Do vegerîne wek berê, yenî tu bikî Do, hewce nake tu deynî ♮♮-Do, yenî tu 2 ♮♮ li kêleka Do yenî. Bêkarek bes e.

Gava tonek bête guhertin, di mazora di pey re vedigere wek berê. Mînak, gava em di mazorakê de Do bikin Do-Diyêz, di mazora di pey re nema Do-Diyêz e, lê belê dîsan Do ye.

Mînakine din ji Nîşanên Guhertina Tonî re biguhêre

Jibo guhertina tonan ne tenê nîvderece lê belê ribekderece jî, ev nîşan têne bikaranîn:

Wêne:Vierteltonvorzeichen 1Viertelplus.png Wêne:Vierteltonvorzeichen 3Viertelplus.png
  Wêne:Vierteltonvorzeichen 3Viertelminus.png

Piraniya van nîşanan, him di muzîka oryênt de heye, ya rojhilata navîn, û him jî di muzîka Mîkrotonal de, mîna di berhemine de ji ên Lwîgî Nono, Yannîs Ksênakîs, Alfrês Şnîtkê.. û di ji ên gelek muzîkvanên sedsala 20.

Bikaranîna navên nîşana guhertina tonî di zimanin din de biguhêre

(♯) Ferensî: Dièse, Îtalî: Diesis, Portûhêzî: Sustenido, Spanî: Sostenido, Ingilîzî: Sharp (Şarp, tê xwendin) (♭) Ferensî: Bémol, Îtalî: Bemolle, Ingilîzî: Flat (♮) Ferensî: Bécarre, Îtalî: Bequadro, Ingilîzî: Natural

Û Bi gelek zimanan jibo vî tiştî (navnîşana van nîşanan) têne gotin: Altêrasyon (rûsî, ferensî, holendî, îtalî, spanî, êstî), Aksîdênt [Accidental] (ingilîzî, portûgêzî, elmanî> tevî ku bi elmanî jê re dibêjin jî Versetzungszeichen, [Ferzêtsûngstsayxin]- tê xwendin).