Mozzarella, penîrê navdar ê îtalî ye. Ji şîrê bi rûn ê mih an dewarê tê çêkirin. Di zimanê îtalî de Mozzare tê wateya "birrîn"ê. Penîr heger teze be rengê wê spî, kartû be hêdî hêdî zer dibe û dihele.

Mozzarella

Ji ber ku birûn e, penîrekî nerm e. Divê di rojê de were bikaranîn an kartû dibe. Lê teknîkên ambalajê vê derfetê dide, hin variyantên kêmrûnî, di ambalajên bivakûm de, heya 6 mehan jî xirab nabin. Mozarela di taştê, di nava selete û pîzayan de, di meqarne û hin xwarinan de tê bikaranîn.

Variyantên wê biguhêre

  • Mozzarella di Bufala Campana Bi muhra D.O.P. tê firotin, ango „rastîn“, ji aliyê YEyê ve wekî Mozzarellaya bîzonê tê parastin.
  • Fior di latte ji şîrê dewarê ye
  • Bocconcini girikên wê biçûk in, ê dewarê ye, pirranî di nava sûravkê (kesad) de tê firotin
  • Bufala Provola, fûmekirî, ê bîzonê, girikên wê wekî sîlindîrê ne
  • Mozzarella affumicata, hişk e, girikên wê mezin in
  • Mozzarella Sticks, pirranî glover, xuriniyan de dixwin
  • Scamorza, dirûvê hirmîyê de, hişkkirî