Moda Mîksolîdyan ew mod e ku ji navberên 2 tam, 1 nîvçe, 2 tam, 1 nîvçe û 1 tamê pêk tê. Dema ku em ji notaya 5emîn a modeke iyonyan (gama major) dest pê bikin û werin oktava wê notayê, em gamekê bi dest dixin; ew moda mîksolîdyan e. Dema ku em ji notaya Solê heta oktava wê bê rasthatinî werin, em moda mîksolîdyan bi dest dixin.

Em dikarin moda mîksolîdyanê wekî li jêrê çêkin: Dema ku em dengê 7emîn ê gameke majorê nîv deng pes bikin, em gama mîksolîdyan bi dest dixin. Li jêrê gama Do mîksolîdyan ku bi rêbaza; dengê 7emîn ê gama Do majorê ya nîv deng hatiye peskirin, hatiye bidestxistin tê nîşandan.