Moda Lîdyan ew mod e ku ji navberên 3 tam, 1 nîvçe, 2 tam û 1 nîvçe pêk tê. Dema ku em ji notaya 4emîn a modeke iyonyan (gama major) dest pê bikin û werin oktava wê notayê, em gamekê bi dest dixin; ew moda lîdyan e. Dema ku em ji notaya Fayê heta oktava wê bêyî rasthatiniyê (diyez, bemol) werin, em moda lîdyan bi dest dixin.

Moda Lîdyan a nûjen li ser Kilîla Doyê

Em dikarin moda lîdyan wekî li jêrê hatiye nîşandan, çêkin: Dema ku em dengê 4emîn ê gameke majorê nîv-deng tîz bikin, em moda lîdyan bi dest dixin. Li jêrê gama Do lîdyanê ku dengê 4emîn ê di ser gama Do majora rasthatinî nestandiye re hatiye tîzkirin hatiye bidestxistin, tê nîşandan.