Moda Frîgyen ew mod e ku ji navberên 1 nîvçe, 3 tam, 1 nîvçe, 2 tam pêk tê. Dema ku em ji notaya 3yemîn a modeye iyonyan (gama major) dest pê bikin û werin heta oktava wê, em gamekê bi dest dixin; ev gam moda frîgyen e. Dema ku em ji notaya Mîyê heta oktava wê bê rasthatinî werin, em moda frîgyen bi dest dixin.

Em dikarin moda frîgyen wekî li jêrê hatiye nîşandan, çêkin: Dema ku em dengên 2yemîn, 3yemîn, 6emîn û 7emîn ên gameke major nîvûdeng pes bikin, em ê gama frîgyen bi dest bixin. Li jêrê gama frîgyen a Doyê ku me di ser gama major a Doyê ya hîç rasthatinî negirtiye re dengên 2yemîn, 3yemîn, 6emîn û 7emîn nîv-deng pes kiriye, bi dest xistiye, tê nîşandan.

Em dikarin bibêjin ku navberên di rêzeya bingehîn a moda frîgyen de dişibin navberên rêzeya meqamê Kurdî.