Mizûran

Gundekî Gimgima Mûşê

Mizûran (bi romî kirine: Yayıklı), gundekî girêdayî navçeya parêzgeha Mûşê Gimgimê ye. Niştecihên gund bi du zaraveyan diaxivin û Elewî-Sunnî bi biratî bi hev re dijîn.

Mizûran
Yayıklı
Mizûran li ser nexşeya Tirkiye nîşan dide
Mizûran
Mizûran
Koordînat: 39°14′33″Bk 41°23′27″Rh / 39.24250°Bk 41.39083°Rh / 39.24250; 41.39083
WelatBakurê Kurdistanê
DewletTirkiye
ParêzgehMûş
NavçeGimgim
NahiyeGimgim (navend)
Bilindahî
1.715 m (5627 ft)
Nifûs
 (2010)
139[1]
Koda postayê
49600
Koda telefonê(+90) 436
Map
biguhêreBelge

Wateya navê gund û dîrok biguhêre

Mûziran, Mizûriyan, Minzûran jî tên bilêvkirin. Navê xwe ji êla Mizûriyan girtiye ku wextekê cihwar bûne. Bi texmînî êla Mizûriyan navê xwe dane Çemê Minzûrê ya li Dêrsimê jî. Di şerê 8Osmanî û Îranê de eşîrên kurd gelek cih guhertine. Êlên Elewî piştgiriya Farisan, ên Sunnî jî yên Osmanîyan dikirin. Kîjan alî biserbiketa bandora xwe li rewşa êlan jî dikir.

Temendirêjên gund îdîa dikin ku ji vir bi qasî 300 sal berê ji parêzgeha Dêrsimê hatine û mezinên wan navê Çemê Minzûrê dane gund.

Erdnîgarî biguhêre

10 km ji navenda Gimgimê dûr dikeve. Koordînatên gund, hêlîpan: 39.2425°, hêlîlar: 41.390833°. Bilindahiya axa gund ji rûyê avê 1.715 m ye.

Avhewa biguhêre

Klîmaya gund çiyayî ye. Bi havînan ziwa û tavî, bi zivistanan ziwa û berfî ye. Zivistan dirêj û sar in.

Aborî biguhêre

Aboriya gund berê gelek baş bû. Şer aborî xirab kir. Gundiyan mecbûr man herin bajarên Tirkiye û Ewropayê bixebitin. Axa gund ji bo ajalvanî û çandiniyê bikêr e.

Gelhenasî biguhêre

Sal Gelhe[2]
2010 139
2008 131[3]
2000 118
1985 112
1985 139

Wargehên balkêş biguhêre

Navdarên Mizûranê biguhêre

Çavkanî biguhêre

  1. ^ tuik, 2010
  2. ^ Yerelnet, Yayıklı, ji orîjînalê di 6 nîsan 2015 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 31 gulan 2011
  3. ^ tuik, 2008[girêdan daimî miriye]

Girêdanên derve biguhêre