Mazdek

Fîlozofê îranî

Mazdek (m. 524 an jî 528), fîlozofekî Îranî bû.

Mazdek
JidayikbûnSedsala 5an Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Mirin529, 531 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Sedema mirinêCezayê mirinê
Pîşe
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Di teşedana raman û felsefeya Mezopotamyayê û Rojhilata navîn de em li ser du fîlozofên kurd sekinîn yê yekemîn Manî bû, yê duyemîn jî Niha em dê li ser fîlozofê sêyemîn Mazdek rawestin.

Her sê fîlozofên medyayî li ser ramana cîhanê gelek bandordar bûne. Fîlozofên dû wan bi pirranî bandor ji wan girtine. Ji ber Zerdeşt û Manî li dû xwe berhemên nivîskî hiştibûn me bi hêsanî behsa felsefeya wan kir û di derbarê jiyana wan de jî agahiyên misoger em dikarin bidin dest xwendekarên xwe. Lewra serqisê kitêba Zerdeşt avesta heye û di wê kitêbê de zimanê Zerdeşt zimanê kalikên Kurdan avestayî ye. Zerdeşt bi wî zi Manî felsefeya xwe haniye ziman. Manî jî dîsa bi zimanê Kurdî yê kevnar şeş kitêb nivîsîne (zimanê Manî bêtir nêzî Kurdiya nûjen e). Ji ber vê yekê meriv di di derbarê her du fîlozofan de dikare bi hêsanî bibe xwedîzanîn. Lê Mazdek ne wisa ye. Di warê jiyana wî de çavkanî gelek kêm in. Çavkaniyên ku hene jî behsa felsefeya wî dikin û ji bo nijada wî jî dibêjin îraniye. Jixwe ne ji bo wî tenê ji bo Zerdeşt û Manî jî wisa dibêjin pirraniya çavkaniyan. Lê dema hûn lêbikolin hûn dê bibînin ku her sê jî Kurd in. Niha em ê di vê nivîsê de qasî ku me lêkolaye û xwe gihandiyê, ji we re jiyan û felsefeya Mazdek bi kurtasî binivîsin.

Bîrûnî navê Mazdek weka “mazdak bin hemedadan” dide, û dibêje ji nasa ya hemedanê ye. Di gelek çavkaniyên din de jî Mazdek wisa tê danasîn. Navê bavê wî bandad e. Di dîroka Mezopotamyayê de bandora Mazdek gelek mezin e. Bandora ramana wî hê jî di nava Kurdan de heye. Wekmînak Mazdek hê jî li Kurdistana başûr di nava êla xoşnavan de weka ezîzekî tê zanîn. Mazdek navekî Kurdiye. Serqisê di Kurdiyê de navê xwedê yezdan, êzdan, ezdan, xweda ye. Dema hûn li rehên van peyvan binêrin hûn di bibînin ku ev peyv ji van peyvan pêktê:ez-da ango wî ez dame, xwe-da ango wî min bixwe daye, maz-da ango em dane, ango ezdan jî xwedan jî tê wê wateyê ku wî ez dame an em dane. -ek û -ik jî weka ku hûn dizanin di Kurdiyê de qertafa biçûk kirinê ye. Ango Mazdek tê wateya xwedayê biçûk. Dîroka ji dayîkbûna wî baş nayê zanîn di vê mijarê de her çavkaniyek dîrokekê dide. Lê di sedsala pêncan de jiyaye û di çar sed u nod u nehan de hatiye kuştin.

Mazdek di avakirina felsefeya xwe de her çiqas bandor ji Zerdeşt û Manî girtibe jî wî felsefeya xwe di qadeke cûda de pêkhaniye. Niha em derbasî felsefeya wî bibin. Mazdek bavê ramana komûnîzmê ye. Di cîhanê de yekem car ramana komînîzimê bi Mazdek destpê kiriye. Di dîrokê de wekheviya mirovan û hevpariya mal û milk yekem car ji alî Mazdek ve hatiye parastin. Li gorî Mazdek weka avê, axê û hewayê divê mal û milk, dirav jî hevpar biya di nava mirovan de. Vê ramana Mazdek ne tenê li Mezopotamya û li rojhilata navîn di heman demê de li cîhanê jî di nava gelek fîlozof û ramangêran de hate parastin. Wekmînak Thomas Moore, Karl Marx û Babuef jî dû re heman raman parastine. Dîsa li gorî Mazdek divê malê kesî ji kesî ne zêtir be. Divê malê her kesî hebûna her kesî weka hev be. Divê desthilatdariya mirovan li ser mirovan tunebe. Tev wekhev û hevpar bin. Ji bo vê yekê jî divê meriv ji dewelemendan bigire û li hejaran belav bike.

Mazdek ji ber van ramanen xwe gelek zext û astengî dît. Him ji alî keşîşên Zerdeştiyên ku bikarhanîna perestgeh û axên perestgehan di dest wan de ne, him jî ji ali xwediyê axên fireh dikhan'an ve bi nave zindîqiyê hate binavkirin. Lewra di wê civakê de ew xwedî mal û milk bûn û bawerî û felsefeya Mazdek jî li hember rewşa wan bû Lewra heke bi gotina Mazdek biya diviyabu dikhan û keşîşan mal û milken xwe li hejaran belav bikirana.

Di baweriya Mazdek de du rêgezên destpêke hene. Ronahî û tarîtî. Ronahî zanayiyê, hestê û vîna azad dide pênasîn. Bi gotineke din van têgehana bi ronahiyê tên destxistin. Tarîtî jî nezanî û korahî ye an jî afirînerê nezanî û korahiyê ye. Di mazdekîzmê de sê hêmanên bingehîn hene. Av, agir û ax. Ronahiyê û yén ku ji ronahiyê pêk tên xweda diafirîne. Tarîtiyê û yên ku ji tarîtyê pêktên jî şeytan diafirîne. Xwedayê ronahiyê li cîhana herÎ jorîn li ser textê xwe rûniştiye û li pêş wî jî çar hêz hene. 1- Darizandin 2- Fehmkirin 3- Veşartin 4- Coş (şahî) van her çar hêzên xwe jî daye çar kesan 1- Mobad (darêzgerê sereke) 2- Herbad (rê dide ber fehmkirinê) 3- Serpahhad (serfermandar) 4- Ramîşgar (hosteyê kêf û coşê)

Xwediyê van her çar hêzan,bi heft wezîrên nava xêzika (ku dwanzdeh hêzên giyanî wan digerine) kargeriya cihanê dikin.

Mazdek bi tayibetî bi arava ramanên xwe yên civakî xwe bi komên mezin daye pejirandin. Şahê sasaniyan Kawayê I. jî di pêşiyê de li Mazdek xwedî derket u fikrên wî pejirand. Lê Mazdek bi fikrû ramanên xwe edî hingî mezin bûbû ku bawermendên wî hema bêjin li piraniya Kurdistan, Îran, Azerbaycan, Teberistan û Anatolyayê çê bûbûn. Mazdek êdi ji Kawe jî mezintir bûbû bi hêa xwe. Di 469'an de Mazdekiyan Kawe ji text daxistin û xistin zindanê. Kawe bi awayekî ji zindanê revî û xwe avêt paş Heftalîtan (akhunlar). Di 499'an de Heftalîtî bi sîh hezar leşkeran çûn ser Mazdek û alîgirên wî. Mazdek hate girtin ew û alîgirê xwe hatin kuştin.

Mazdek li dû mirina xwe bandoreke mezintir afirand. Li dû mirina wî raman û felsefeya wî ji alî jina wî Xurrem ve hate belavkirin di nava gel de. Bi arava Xurremê fikrên Mazdek ji nû ve belav bûn. Li dû mirina Xurremê navê Mazdekîzmê weka Xurremiye hat binavkirin. Baweriya Xurremiyeyê di dema îslamê de bandoreke mezin li ser rojhilata navîn kir. Wekmînak Babekê medînanî ji vana yek e. Babek bi ramanên Mazdekî-Xurremî qasî bîst salan bû bela serê Ebbasiyan.

Kurta qisê ji fîlofên medyayî yên beriya îslamê yek jî Mazdek bû. Mazdek ji sê fîlozofên mediyayî yê sêyemîn bû. Her çiqas niha neyê zanîn jî, Mazdek jî herî kêm weka Zerdeşt û Maniyê Medyayî di teşedena ramana cîhanê de roleke gelek girîng lîstiye. Bi fikr û ramanên xwe yên wê demê weka avakarê komînîzima kevnar hatiye naskirin Mazdekê Medyayî.

Girêdanên derve biguhêre

http://www.haberdiyarbakir.com/images/news/12576.jpg[Girêdan daimî miriye]