Mars One saziyek şexsî ya holendî ye. Armanca vê saziyê ew e ku heta sala 2025an mirovan bişînin li ser Behramê û ji wan re wargehekê ava bikin[1]. Rêberê projeyê Bas Lansdorp e. Hevkariya bi zanistên zanîngeha Twente hatine peymankirin.

Pêşnûmaya vê erkê ew e ku esmanger venegerin li ser zemînê û heta dawiya jiyana xwe li ser Behramê bimînin[2]. Gelek mirov daxwaza berendamiyekê ji Mars One re şandine.

Tevdîrkirin biguhêre

Terxan biguhêre

Li gor Mars One wê vê projê bikin pername di wêneguhêzê de û jî vî alî were texandin. Wê taybetmendiya vê bernamê zanistî be. Li gor nirxandinan wê şeş milyar dolarên emerîkî[3] li vê projeyê werin xerckirin.

Merc biguhêre

Mercên wê kamilbûna mirov e. Ji xeyrê wê divê beşdarên wê bi zimanê înglîzî zanibin û danûstendina wan bi mirovan baş be. Ji xwe divê tendirîstiya wan jî baş be. Rêwîtiya ji Zemînê heta Behramê heft mehan li ser erdê dewam bike. Bi rê de tavdanek dijwar heye. Piştî gihiştina li ser Behramê wê esmanger di deverekê pirr sar bijîn (derdora -63 °C). Atmosfera Behramê zor tenik e û bi taybetî ji karbondîoksîd pêk tê.[4]

Teknolojî biguhêre

Gelek şirketên navnetewî yên di warê gerdûnnasiyê de kar dikin gotine darin beşên pêwîst bighînin. Di nav wan de ev in:

Planên rêbazê biguhêre

Li gor planên Mars One wê di sala 2016an de peyka têkiliyê li dora Behramê bi cîh bînin û di sala 2023an mirovên yekemîn bighînin ser rû yê Behramê. Piştre her du sal wê komên din ji esmangeran dakevin ser Behramê.

  • 2013: Ji bo hilbijartinan 202.586 mirovan[5] daxwaziya berendamyektiyê kirina. Bi kêmanî 2.782 ji wan [6] buhayê berendamiyê dan û karibin bibin berbijêr.
  • 2014: Wê 40 ji esmangerê yekem bên bijartn û di wargehekê mîna ya wê li ser Behramê were ava kirin rahênan bikin.
  • 2015: Esmanger wê dest bi rahênanan bikin.
  • 2018: Wê erkek pêşkêşkirinê bi granbûna 2,5 ton ji bo hacetan bi keştiya esmanî Dragon ya SpaceX were şandin. Ji xeyrî wê wê peyka yekem ji bo têkiliyê bişînin ser Behramê.
  • 2020: Robotek ji bo cihê wargehê bibîne wê were şandin.
  • 2023: Pênc modûlên din yên Dragon werin ava kirin, ji bo wargehêk dirist were avakirin.
  • 2024: Moşekek Falcon Heavy ya SpaceX wê koma yekem ji şilxeyên Behramê dest bi rêwîtiya xwe bikin.
  • 2025: Şilxeyên yekem wê bigihên ser rû yê Behramê
  • 2027: Koma duyem ku ji çar kesan pêk tên wê bigihên li ser exterê.

biguhêre

Di 31'ê tebaxê sala 2012 nûnerek yê vê projeyê got yekem sponsor pere ji bo alîkariyê şandin.[7] Sponsor û alîkar ev in:[8][9]

Çavkanî biguhêre

  1. ^ [1]
  2. ^ Kopîkirina arşîvê, ji orîjînalê di 3 nîsan 2014 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 16 adar 2014{{citation}}: CS1 maint: archived copy as title (lînk)
  3. ^ Kopîkirina arşîvê, ji orîjînalê di 3 nîsan 2014 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 16 adar 2014{{citation}}: CS1 maint: archived copy as title (lînk)
  4. ^ Kopîkirina arşîvê, ji orîjînalê di 8 kanûna paşîn 2014 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 16 adar 2014{{citation}}: CS1 maint: archived copy as title (lînk)
  5. ^ [2] Girêdana arşîvê 2014-01-08 li ser Wayback Machine[3] Girêdana arşîvê 2014-02-23 li ser Wayback Machine
  6. ^ [4]
  7. ^ [5]
  8. ^ [6]
  9. ^ "Kopîkirina arşîvê". Ji orîjînalê di 14 kanûna paşîn 2013 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 16 adar 2014.{{cite web}}: CS1 maint: archived copy as title (lînk)
  10. ^ [7]
  11. ^ [8]
  12. ^ [9]
  13. ^ [10]
  14. ^ "Kopîkirina arşîvê". Ji orîjînalê di 11 adar 2014 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 16 adar 2014.{{cite web}}: CS1 maint: archived copy as title (lînk)
  15. ^ [11]
  16. ^ [12]
  17. ^ [13]
  18. ^ [14][15]
  19. ^ [16]
  20. ^ [17][18] Girêdana arşîvê 2014-03-30 li ser Wayback Machine