Mamekî

Bajarekî Tirkiye

Mamekî, Mamekiye an jî Kalan (1928: ماميكى / Mamiqui; 1946: Mamiki (Kalan); bi tirkî: Tunceli) bajarekî li Bakurê Kurdistanê ye û serbajarê parêzgeha Dêrsimê ye. Li gorî serjimara 2009an 35.909 mirov li bajêr dijîn. Şaredara bajêr Edibe Şahin e ku ji BDP'ê hatiye hilbijartin. Mamekî dikeve navenda rojhilatê Tirkiyeyê.

Mamekî
Tunceli
Bajarê Mamekî
Navçe
Welat Bakurê Kurdistanê
Dûgel Tirkiye
Parêzgeh Dêrsim (parêzgeh)
Serbajar Mamekî

Hejmara nahiyan 4 nahiye
Hejmara bajarokan 1 bajarok
Hejmara gundan 52 gund

Gelhe (2009) 35.909 [1] kes
Rûerd 882 km2
Berbelavî 9,8 kes/km2
Bajarê navendî
Gelhe (2009) 31.599 kes
Koordînat 39°06′23″Bk 39°32′33″Rh / 39.10639°Bk 39.54250°Rh / 39.10639; 39.54250
Bilindayî 914 m
Koda postayê 62000
Koda telefonê (+90) 428
Mamekî li ser nexşeya Tirkiye nîşan dide
Mamekî
Mamekî
Mamekî (Tirkiye)
Mamekî li ser nexşeya Bakurê Kurdistanê nîşan dide
Mamekî
Mamekî
Mamekî (Bakurê Kurdistanê)
Mamekî li ser nexşeya Dêrsim nîşan dide
Mamekî
Mamekî
Mamekî (Dêrsim)

Dîrok biguhêre

Çand û huner biguhêre

Dîn biguhêre

Di çavkaniyên sedsala 19. û 20. de tê xuyakirin ku Qizilbaşên kurd ên herêma Dêrsimê, ji Elewiyên Anatolyayê ji aliyê baweriya xwe ve gelekî cuda ne. Kurdên elewî, hertim berî ku roj hil were şiyar dibin û silavê didine Rojê. Pîrozbûna Rojê ya di nav kurdên elewî de dide xuyakirin ku herwiha têkiliya baweriya wan bi dînê kurdan Êzîdîtiyêyê ve heye.[çavkanî hewce ye]

Kurdên Dêrsimê ku di bin navê Elewîtiyê de baweriya xwe didomînin û di nav wan de baweriya wan weke Raa Haq ango Rêya Heq tê binavkirin, di koka xwe de xwediyê têkiliyên xurt ên bi Zerdeştîtiyê re hene. Dema li herêmê tê nêrîn, pîrozbûna agir, baldariya di derbarê kirin, gotin û fikra mirovan de (ev di Zerdeştîtiyê de weke gotina rind, karê rind û ramana rind tê zanîn), cilûbergên jinan ên bi şêweyê Zerdeştiyan, deqên li ser dest û rûyê mirovan, remzên Zerdeştîtiyê yên li ser merş û xalîçeyên wan, hinek ji têkiliyên di navbera Elewîtiya kurdên Dêrsimê û Zerdeştîtiyê de didine xuyakirin.

Baweriya ferîştehan li cem Elewiyên Dêrsimê heye. Ji van yê girîng Kalê Xizir e. Ev baweriya ferîştehan ji ya îslamiyetê cuda ye. Elewiyên kurd baweriya xwe bi ferîştehên ku Erd û ezman diparêzin tînin. Di diayên xwe de gotinên Ya Melekê Erd û Asîmanê bikartînin. Ev bawerî di nav kurdên êzîdî û yarsanî de jî heye.

Dersîm ji bo baweriya Elewiyên kurd cihekî pîroz e. Bi sedsalan serekên vê baweriyê ji vir derketine û li gorî kevneşopiyên kevn, rêberên ruhanî yên vê baweriyê her sal ziyareta bawermendên xwe yên herêmên din dikirin. Ev kevneşopî di Êzîdîtiyê de, bi gerandina li gundan a Tawûsê Melek diderkeve holê.

Li Dêrsimê her sal 13ê kanûna paşîn de şahiyên gaxandê tên lidarxistin. Gaxand weke sersala kurdên elewî tê dîtin (Di gotina gelê « Sersal padîşahê nû »). Yek (an sê[çavkanî hewce ye]) roj rojiya gaxandê tê girtin. Di heman demê de kurdên êzîdî jî 3 rojan rojî digirin û qurbanan digurênin. Dişibe noel a xirîstiyanan. Di baweriya Elewiyên Dêrsimê de ku gaxandê pîroz dikin, karakterekî folklorîk ê bi navê Kalo gaxand heye.[2]

Dû gaxandê ra meh ku şiva "meh Xizir" e (Di gotina gelê « Çile li der Xizir li ser »). Rojiya Xizir 3 roj e (2 roj jî bervê terin) û di meh sibat de li rojê înê baş diwî.

Gelhenasî biguhêre

Mamekî bi hezar salan bûye warê kurdan. Di deman demê de gelên ermenî û piştre tirkmen jî li Mamekiyê bi cih bûne.[çavkanî hewce ye] Di dîroka Mamekiyê de ji sedema zordarî û komkujiyan, gelê herêmê hertim mişext bûye. Li gorî çavkaniyan her çiqas dem diçe, nifûsa Dêrsimê û bi vê re nifûsa Mamekiyê kêm dibe.[3]

Sal 1940 1945 1950 1955 1960 1965 1970 1975 1980 1985 1990 1997 2000 2007 2009 2011 2015
Hejmara bajêr 837 762 1883 2360 3818 5.825 9.366 11.637 12.859 18.471 24.513 - 25.041 27.091 31.599 32.815 34.461
Hejmara gundan - - - - - 14.736 15.573 17.454 16.998 17.484 13.142 - 5.282 4.056 4.310 4.308 4.417
Kom - - - - 19.245 20.561 24.939 29.091 29.857 35.955 37.655 27.091 30.323 31.147 35.909 37.123 38.878
Çavkanî: Yerelnet, Tunceli Girêdana arşîvê 2013-03-23 li ser Wayback Machine / Uluslararası Bilimsel Araştırmalar Dergisi: Tunceli Kentinin Nüfus Özellikleri (IBAD, 2019; 4(2):183-200)

Erdnîgarî biguhêre

Gundên Mamekiyê biguhêre

4 nahiye û 52 gundên navçeya Mamekiyê hene:

Mamekî (navend)

Çixêk

Pax

Tûlik (Sütlüce)

Avhewa biguhêre

Bajarê Dêrsimê xwediyê îklîma bejahiyê ye ku havînên wê gelekî germ û ziwa, zivistanên wê jî pirr sar û bi berf derbas dibin.

Germahî û barîna nîvekî ya mehane ji bo Mamekiyê (1975-2010)
Rêb. Reş. Ada. Avr. Gul. Pûş. Tîr. Gel. Rez. Kew. Ser. Ber.
Bilindtirîn germahî (°C) 2,5 4,4 11,0 17,8 23,7 29,7 34,8 34,9 30,3 22,4 13,1 5,3 Ø 19,2
Nimztirîn germahî (°C) −5,8 −4,2 0,9 6,3 10,2 14,6 19,1 18,6 13,5 8,3 2,0 −2,6 Ø 6,7
Germahî (°C) −2,0 −0,2 5,7 12,0 17,2 22,7 27,4 26,9 21,7 14,8 6,9 0,9 Ø 12,8
Barîn (mm) 109,8 101,8 100,7 100,8 65,5 19,2 4,9 4,9 15,1 63,7 99,3 119,2 Σ 804,9
Saetên bi tavik (st/r) 3,5 4,1 5,4 6,5 9,0 11,2 12,0 11,3 9,7 7,0 5,1 3,0 Ø 7,3
Rojên bi baran (r) 11,8 12,5 13,6 14,6 12,7 5,5 2,4 2,3 3,1 8,8 10,2 11,7 Σ 109,2
G
e
r
m
a
h
î
2,5
−5,8
4,4
−4,2
11,0
0,9
17,8
6,3
23,7
10,2
29,7
14,6
34,8
19,1
34,9
18,6
30,3
13,5
22,4
8,3
13,1
2,0
5,3
−2,6
Rêb. Reş. Ada. Avr. Gul. Pûş. Tîr. Gel. Rez. Kew. Ser. Ber.
B
a
r
î
n
109,8
101,8
100,7
100,8
65,5
19,2
4,9
4,9
15,1
63,7
99,3
119,2
  Rêb. Reş. Ada. Avr. Gul. Pûş. Tîr. Gel. Rez. Kew. Ser. Ber.


Çavkanî: www.dmi.gov.tr

Aborî biguhêre

Galerî biguhêre

Çavkanî biguhêre

Girêdanên derve biguhêre