Machu Picchu (wekî Maçû Pîkçû tê bilêvkirin, dibe ku di zimanê kevnexwediyan de bûbe wateya şêwra kevn) yek ji bermahiyên bêhempa yên cîhanê li Perûyê ye. Ji şarezayiya înkayan ye.

Machu Picchu
Machu Picchu, şûnewarên înkayan yên dîrokî, Perû
Machu Picchu li ser nexşeya Perû nîşan dide
Machu Picchu
Machu Picchu
Machu Picchu (Perû)
Kargêrî
Welat  Perû
Dûgel Perû
Erdnîgarî
Koordînat 13°09′47″Bş 72°32′44″Ra / 13.16306°Bş 72.54556°Ra / -13.16306; -72.54556
Machu Picchu li ser nexşeya Perû nîşan dide
Machu Picchu
Machu Picchu
Machu Picchu (Perû)

Li ser Çiyayên Andê di bilindiya 2.360 m de hatiye çêkirin. Li deşta Urubamba ye û 88 km dûraniya bajarê Cusco de ye. Navê bajêr ê orîgînal nayê zanîn. Piştî hatiye vedîtin, navê lûtkeyek Andê lêdikin. Tê texmînkirin ku di salên 1400'î de hatiye avakirin. Ji ber ku di cihekê asê de ye, dagirkerên spanyolî û çermespiyên din nekarîbûne bibînin û xerabikin.

Bajar di gerekê zanistên Zanîngeha Yale de di 24ê tîrmeha 1911an de hatiye vedîtin. Li ser damezrandina bajêr agahiyên sedî sed rast nîn. Tê texmînkirin ku wextekê giregirên oldarên Înkayan li vir jiyane û bajar ji bo parastina wan ji xeterayan hatiye avakirin. Hin angaştên din jî hene lê rastî kes nizane.

Sala 1983'î de kete bin parastina UNESCO û bû yek ji bêhempayên cîhanê. Rojê bi hezaran tûrîst serîlêdana herêmê dike. Bajar wekî pêpelûkan di qûntara çiyê de hatiye avakirin û lê çandiniyeke nûjen hatiye kirin. Pirraniya avahiyên bajêr hêj jî li ser lingan e.

Girêdanên derve biguhêre