Maşallah Dekak, rojnamevanekî kurd e. Di 16ê çiriya pêşîn a sala 1981ê de ji gundê Kîkan a bi ser Hewêla Sêrtê ji dayik bû.

Maşallah Dekak
2012
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Xwendina wî biguhêre

Dekak dibistana seretayî, navîn û amadeyî li Mêrsîna Tirkiyeyê xwendiye. Wî di li Zanîngeha Anatolyayê Beşa Îktisadê qedandiye. Li Zanîngeha Artuklu ya Mêrdînê jî Beşa Kurdolojiyê de Lîsansa Bilind kiriye. Teza wî "Bikaranîna ziman di nûçevaniya kurdî de" ye.

Karê wî yê rojnamevaniyê biguhêre

Di sala 1998an di rojnameya Azadiya Welat de dest bi kar kir. Heta sala 2002an di rojnameyê de xebitî. Piştre di sala 2002an de, di Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) de dest bi kar kir. Li vir nûçegihanî, edîtorî û midûrtiya beşa nûçeyên kurdî kir. Di sala 2006an de, di rojnameya rojane Azadiya Welat de careke din dixebite û li vir salekê edîtorî dike. Di dawiya sala 2007an de li Ajansa Nûçeyan a Peyamnêr (PNA) li Amedê dest bi nûçegihaniyê kir. Dekak ji çiriya paşîn a 2008an heta 2012an li Ajansa Nûçeyan a Kurdistanê AKnewsê kar û barê rojnamevaniyê kir. Di 2006an de Dekak bi Samî Tan re, ji bo stajyerên DÎHAyê "Pirtûka Destan a Nûçegihaniyê" nivîsand. Pirtûka dawî ya Dekak "Nûçe û Nûçevanî (3Ç 3K)" di 2010an de ji Weşanxaneya Lîsê hate çapkirin.

Rahênana navneteweyî û karê wî yê nûnertiyê biguhêre

Dekak beriya avabûna Tora Medyayî ya Rûdawê li Paytexta Başûrê Kurdistanê Hewlêrê, li ber destê tîmeke navneteweyî ya Brîtanyayê sê mehan rahênan kir. Piştî rahênanê Dekak weke nûnerê Rûdawê yê Amedê dest bi kar kir û hê jî nûnertiya Rûdawê dike.

Xelat biguhêre

Dekak, di 2010an de, di beşa hevpeyvînê de ji Cemiyeta Rojnamevanên Başûrê Rojhilat (GGC) xelata rojnamevanê herî serkeftî wergirt. Dû re di sala 2012an de jî bi nûçeya "Kurdan 200 sal berê pirtûka tibê nivîsandiye" ji GGCê xelata yekemîniyê wergirt. Di pey de, di sala 2013an de Dekak jî di pêşbaziya nûçeyan de careke din ji GGCê ji bo rojnamevanê herî serkeftî yê salê hate xelatkirin û di pêşbaziyê de bû yekem. Heta niha heft xelatên yekemîniyê û xelateke duyemîniyê wergirtine.

Berhemên wî biguhêre

Dekak bi zimanzanê kurd Samî Tan re ji bo kesên ku nû dest bi rojnamevaniya kurdî dikin pirtûkçeyeke bi navê "Teknîka nivîsandina nûçeyan" nivîsandiye. Dekak paşê xebatên xwe yên li ser awayê nivîsandina nûçeyan berdewam kir û pirtûkek bi navê "3Ç û 3K Nûçe û Nûçevanî" nivîsand. Ev pirtûk ji aliyê Weşanxaneya Lîsê ve hate çapkirin. Dekak, teza xwe ya beşa kurdî jî li ser şêwe û zimanê rojnamevaniya kurdî amade kiriye.

Çavkanî biguhêre