Mămăligă (ûkraynayî Мамалига, yan Кулеша; rûsî Мамалыга (кукурузная каша "xaşîla lazûtê"); polonî Mamałyga; macarî Puliszka, "xaşîla lazûtê") xaşîleke (helîse, lape) lazûtê yê. Dişibe polentaya îtalî, li Romanya, Moldova û gelek deverên balkanê tê xwarin. Romanyayî wekî xwarineke neteweyî dibînin.

Mămăligă

Li Kurdistanê jî xaşîl (lape, helîse) û gevolên (gebol) lazûtê tên çêkirin. Ardê (arvan) lazûtê berê xwarina xizanan bûye, lê niha bûye ya dewlemendan. Ev xaşîl jî ji ardikê lazûtê (bi romanî: mălai) tê çêkirin. Ardikê dikin quşxane yan beroşê nava şoravkê, dikelînin. Divê bêrawestan were li hev dan.

Mămăligă bi xwarinên masiyan û hêyavkan pirr tê xwarin. Bo mînak bi gulaşê (romanî: tocană). Wekî henekpêkirinê li Romanyayê gotina "mămăliga din mălai (mămăliga ji lazûtê) tê bikaranîn.

Galerya biguhêre

Hin variyantên wê biguhêre

  • Mămăligă cu brânză și smântână - Bi penîrê mihê ye, ango penîr tê tevlîkirin.
  • Mămăligă cu lapte - Di taştê û şîvê de tê xwarin, şîr tê tevlîkirin.
  • Cocoloși - Mămăligă wekî kutilkê bi penîrê tê dagirtin.