Miyaran

(Ji Mîrvan hat beralîkirin)

Qerebegan, Miyaran an jî Mîrvan (tirkî: Arıcak) yek ji navçeyên Mezrayê ye. Navê Mîrvan di sala 1960 da hatîye qedexekirin. Mîrvan 112 km li başûrrojhilatê Mezrayê dikeve. Firehiya erdê Mîrvanê 257km², bilindahî ji rûyê avê 1.100m ye.

Navçeya Qerebeganê
Miyaran
Arıcak
Navçeya Qerebeganê li ser nexşeya Tirkiye nîşan dide
Navçeya Qerebeganê
Navçeya Qerebeganê
Koordînat: 38°33′51″Bk 40°8′4″Rh / 38.56417°Bk 40.13444°Rh / 38.56417; 40.13444
WelatBakurê Kurdistanê
DewletTirkiye
ParêzgehXarpêt (parêzgeh)
SerbajarQerebegan/Miyaran
Hejmara nahiyeyan1 nahiye
Hejmara bajarokan4 bajarok
Hejmara gundan10 gund
Qada rûerdê
 • Giştî374 km2 (144 sq mi)
Bilindahî
1.100 m (3600 ft)
Nifûs
 (2008)
16.937[1]
 • Berbelavî45,3/km2 (117/sq mi)
 • Serbajar
 (2008)
4.039
Koda postayê
23510
Koda telefonê(+90) 424
Map
biguhêreBelge

Piraniya axa navçeyê daristan e. Aborî li ser xwedîkirina ajalan e. Çemê Berkilîn û Mîrvan ku her du jî şaxên Robara Dîcleyê ne, di axa Mîrvanê de derbasdibin. Dîroka herêmê ji ya Kurdistanê ne cudatir e. Gorî îdiyan navçeyê navê xwe ji Çemê Mîrvan girtiye. Di qeydên dîrokî yê Ereban de navê navçeyê wekî Meravîn û ya Farsan de Miyanrûyan (ango meyanê / nava du rûyan / robaran) derbasdibe. Dîroknas di wê baweriyê de ne navçe wekî gund di destpêka 1500 da avabûye. Di sala 1972 de bûye şaredarî û di sala 1987 de jî bûye navçe.

Çavkanî biguhêre