Mîna Qazî

Jina Qazî Muhemmed

Mîna Qazî, Mîna Xanim (z. 1908 − m. 17 sibat 1998, li Mehabadê, Rojhilata Kurdistanê), hevjîna pêşewa Qazî Mihemmed (serokê Komara Kurdistanê ya Mehabadê) bû.

Mîna Qazî
Ciwaniya Mîna Qazî (Ya çepê a bi ken)

Kurtejiyan biguhêre

Mîna Qazî di sala 1908an de li bajarê Mehabadê hatiye dinê. Navê bavê wê Ehmed û navê dayika wê jî Gulendam e. Ew ji malbata Hecî Hesen Xanî (Hecî Beg) e ku yek ji malbatên mezin li Herêma Mukiriyan e. Beriya ku Mîna bi Pêşewa Qazî Mihemed re bizewce, paşnavê wê Iskenderî bû. Di temenê 19 saliyê de dibe hevala jiyana pêşewa Qazî Mihemmed. Di sala 1945an de Yekîtiya Afretên Kurdistanê[1] (YAK) ava kir û bû yekem seroka wê rêxistinê.[2]

Mîna Qazî di 17ê sibata 1998an de li bajarê Mehabadê jiyana xwe ji dest da.[3]

Zarokên Pêşewa Qazî Mihemed û Mîna Qazî biguhêre

  1. Ismet Qazî (z. 1932 - m. 1957, Mehabad)
  2. Ifet Qazî
  3. Munîr Qazî, di sala 1938an de li bajarê Mihabadê hat dinê. Niha jî li wir dijî.
  4. Perwîn Qazî, di sala 1942an de li Mihabadê hat dinê û di 28 sibat 1999 de li bajarê Tehranê wefat kir.
  5. Elî Qazî[4]
  6. Suud Qazî
  7. Miryem Qazî (z. 1945 - m. 16 adar 2020)[5]

Mijarê têkildar biguhêre

Çavkanî biguhêre

  1. ^ Yekîtiya Jinên Kurdistanê
  2. ^ * www.kurdistanamin.wordpress.com
  3. ^ Du jinên navdar Rewşen Xanim Bedir-Xan û Mîna Xanim Qadî, Konê Reş, kovara Pirs 14:1998, 43-45.
  4. ^ [1]
  5. ^ https://www.rudaw.net/kurmanci/kurdistan/1503202016