Letera katekî, letera firneyê, mucvera firûnê cure xwarineke kundirê ye ku wekî kateyan di firûnê de dipijînin. Ev jî awayekê leterê (mucver) ye.

Berkelî (bo du kesan) biguhêre

  • 2 serî kundir
  • 1 hêk
  • 2 kevçî penîrê qaşar
  • 2 kevçî ard (arvan)
  • Xwê, îsota reş
  • 4-5 ta hêliz (pîjinda, şiwît)

Amadekirin biguhêre

Penîr û kundirê xwe li rêşkerê bidin. Ard, hêk, hêliz, xwê û îsota reş bixinê û tevdin. Vê çênca, têkela we amade kiriye, berdin amaneke ji camê ye.

Di germiya 230 pileyê de bavêjin firneyê (firûnê) û heya zerayî pê ket bipijînin. Hûn dikarin letera xwe bi mast jî bixwin.