Leşker, serbaz, esker di artêşek klasîk de ji kesên herî payenizm re tê gotin. Lê artêşên nûjen cuda ne, bi pere ne û di wan de tevahiya rûtbeyan bi vaca (mentiqa) kolektîvîzmê hatine sazkirin. Bind û ser wekhev in.

Leşkerên êzdî yên YPG (Rojavaya Kurdistanê)

Leşkerê kurd biguhêre

Di dewlet û mîrîtiyên kurd de, ristina artêşan hinekê cuda bûye. Bi qasî ku em ji tomarkirin û çanda devkî ya kurd têdigihên, yekîne li gorî pîşe û hunera xwe hatine avakirin.[çavkanî hewce ye]

Hin binavkirinên leşkeran (dîroka Kurdistanê):

  • Doxdanan, tivingbaz, doxdanên siwarî
  • Şane (wekî jandarmêyên îro)
  • Şûrzan (perwerdeya herî dirêj a wan bûye)
  • Tîrendaz (parastina palasan, gund û bajaran û êrîş)
  • Rimbaz (yekîneyên herî xurt)
  • Mertalger (enî, key, keybanû, girtî ûêd diparastin)
  • Nêçîrvan (operasyonên taybet)
  • Sîxur (bi kincên sîvîl tevdigeriyan)
  • Serzelût (bo karên nebaş wekî zîndanvanî, lêpirsinê)
  • Nîşangir (sûîkast, operasyonên armancên wan sûîkast be)
  • Bangevan (îstîxbarata şaş belavkirin, şerê psîkolojîk, dora bajaran digirtin û gef li keyan dixwarin. Carnan dengê ajalên dirinde dertanîn, xelkê bajar ditirsandin, kurtedemî viya dikirin)
  • Cangoriyan (bo rewşên dijwar, rojên teng, xeterdar)
  • Tendurustî (luqman, dermanger)
  • Pazbend (berdest, bo xizmetên fermandaran, parastina wan)
  • Meleyên yekîneyan, meleyên siwarî (bo veşartina termên şehîdan û îbadetê)
  • Siwarî (siwariyên rimbaz, siwariyên şûrzan, siwariyên tendurustiyê, siwariyên nîşangir ûêd)

Rutbeyên leşkeran cuda cuda ne, yên welatan hevûdu nagirin. Çend ji rutbeyên eskerên alman:

Çavkanî biguhêre