Lêvgeşok

malzemeyên makyajê

Lêvgeşok, lêvsîmok (bi îngilîzî Lip gloss), ji bo xeml û nexşandina lêvan e. Lêvan geş, bisîm, nermijî dike. Pirranî di forma ron de tê çêkirin, ango herikbar e. Di nava wê de sîm, çirsok, birqoqên ziyanê nadin tenduristiyê hene.

Tûpeke lêvgeşokê

Lip gloss pirranî ji bo xemilandinên taybet tê bikaranîn. Ango di makyaja rojane ya gelemperî de pirr cih nagire. Di roj û şahiyên taybet de bikartînin, lewra lêv zêde tên birqandin, diçirosin. Keçixên dixwazin dîtina xwe seksî, ciwantir bikin tercîh dikin.

Bi gelek aromayan hilberîna wan tên kirin, hinek jî hene bêbêhn in. Sîm an birqoqên wê dikarin bi ramûsanê derbasê lêvên partner bibin.

Çavkanî biguhêre