Lêkdana Şaristanan, teoriyeke ku nasnameyên çand û dînî dê bibin sedemên ewilîn yên şerî piştî Şerê sar li dinyayê. Ev ji aliyê zanyarê polîtîkayê Samuel P. Huntington ve hatiye pêşniyarkirin di dersên xwe yên 1992an de li Enstîtûya Enterprîse ya Amerîkî yê. Paşî di nivîsara xwe ya Foreign Affairs, 1993 de pêşxist bi navê Lêkdana Şaristanan. Her wisa ev ji bo pirtûka bi navê The End of History and the Last Man ya xwendevanê wî yê berê Francis Fukuyama jî bersiv bû. Huntington paşî li sala 1996an de teza xwe fireh kir bi navê The Clash of Civilizations and the Remaking of World Order.

Ev îfade bi xwe di demek berê de ji aliyê Bernard Lewis ve di nivîsara xwe de li îlona 1990an di jimareke kovara The Atlantic Monthly de bi sernavê The Roots of Muslim Rage hatibû bikaranîn. Heta hêj zûtir, ev îfade diyar dibe di pirtûkeke 1926an bi Rojhilata Navîn ve têkildar ji aliyê Basil Mathews bi navê Young Islam on Trek: A Study in the Clash of Civilizations.

Ev îfade ji lêkdana çandan derketiye holê, jixwe di dema kolonî û Belle Époque de dihate bikaranîn.

Nêrîneke giştî biguhêre

Huntington fikirînên xwe bi lêkolînên teoriyên curbecur derbarê sirûştiya polîtîkayên navnetewî piştî periyoda Şerê Sar de destpê kir. Gelek zanyar û nivîskar diparêzin ku mafên mirovan, demokrasiya lîberal û ekonomiya azad ya bazarî ya kapîtalîst bûn alternatîvên îdeolojîk yên nav mayî de ji bo netewên piştî dinyaya Şerê Sar. Bi taybetî, Francis Fukuyama diparast ku dinya gehiştiye dawiya tarîxê li gor fikirîna Hegelî. Nasnamekirina şaristanên rojavayî li gel mesihiyên rojavayî (katolîk-protestan) fikra resen ya Hungtinton nebû, ew tenê nêrîneke gelêrî ya Rojavayî bû û binpareke herêmên berî Şerê Sar bû. Huntington bawer dike ku bi dawîbûna temenê îdeolojiyan, dinya bû xwediyê guherîneke bi lêkdanên çandî ve karakterîzekirî wek welatên sirûşti.

Bi dûçûna Hungtington şaristanên sereke biguhêre

Hungtingon dinyayê wek şaristanên sereke parçe dike di teza xwe de, wiha:

 

Tezên Hungtîngton yên lêkdana şaristanan biguhêre

Rûsya û Hindistan bi terîmê şaristanên hêlekan dide nasîn û dibe ku ev rewş bi sûdagirtina wan jî be.Ji bo mîna li sinorên başûr yên Rûsyayê li gel gelek komên Misliman yên etnîk re lêkdan hene(wek Çeçenistan) lê bi dûçûna Hungtington hevkariyên li gel Îranê rê li ber tundiya Misliman-Ortodoks digire li Başûrê Rûsyayê û alikariya herikîna petrolê jî dike.Hungtington diparêze ku girêdaneke Sîno-Îslamî derdikeve holê ku di vê girêdanê de Çîn hevkariyên xurt li gel Îran,Pakistan û dewletên din re dike ji bo xurtkirina rewşa xwe ya navnetewî.Her wisa Hungtington diparêze ku şerên şaristanî taybetî navbera Misliman û ne-Mislimanan berbelave û sinorên xwînî kifş dike navbera şaristanên Îslamî û ne-Îslamî.Ev lêkdan ji paldana Îslamê bo Ewropa heta niha berdewam dike,Ev lêkdan ji paldana Îslamê bo Ewropa heta niha berdewam dike, di derxistina Îslamê ji Reconquista û derxistina erîşên Tirkên Osmanî li ser Ewropaya Rojhilatî û Viyana heta niha.Her wisa Hungtington bawer dike ku gelek faktor rê didin vî şerê ku di navbera Xrîstiyanîyê(ya ku ji Rojava tesîr girtî) û Îslamê:

  • Dînên mîsyoner,li guhertina yên din digere
  • Globalî,dînên an hemî an tine ,di wê baweriyê de ne ku tenê baweriya wan duriste û divê her kes bawer bike.
  • Dînên teleolojîk, ku nirx û baweriyên wan armanca hebûnê temsîl dike û ji bo hebûna mirovan armanc in.
  • Mirovên bê dîn ku prensîbên van dînan îhlal dikin û armancên xwe yên bêkêr didomînin.

Çima Şaristan dê lêk bidin biguhêre

Hungtington şeş madeyên sereke rêz dike ku çima dê şaristan lêk bidin:

Çavkanî biguhêre

Ev gotar ji agahiyên naveroka gotara wekhev a Wîkîpediyaya îngilîzî pêk tê.