Kulav, ferenc ji çêkirina cîrax, binrax, kulavîn, cilûberg ûêd ku ji hiriyên (herwiha mû jî) tên çêkirin re dibêjin. Kulav navê tişta xam a vê karê ye, qumaşa ji dakutandina hiriyê (kêm be mû jî) tê amadekirin e. Pirranî hiriya pez, hêştirê tê çêkirin. Li derveyî Kurdistanê ji ya lama û kêrguhan jî amade dikin.

Ji kulavê herwiha kum, kolos, şapka jî tê çêkirin

Hirî, bi alîkariya av, sabûn û germiyê (tînê) tevlîhev dibe. Dema hat kutandin jî, dişide, hevdu zexm digire, pê hev digire. Li Kurdistanê heya salên 2000'î kulavçêkerî yek ji karên gundiyan bû. Kulavînên şivanan, cîraxên sekûyan û odeyên mêvanan ji kulav dihatin çêkirin.

Kulav û kulavînên kurdî rengane û bixemil bûn. Xemil û nexşên kulavê li ser hiriyê dihatin danîn û bi kutana kulav re ew li ser kîp dibûn, dizeliqîn.

Zanist texmîn dikin, 8 hezar sal beriya zayînê mirovan fêrî kulavçêkeriyê bûne.

Ferhengoka kulavê biguhêre

  • Kulav, kulava çorsane ye, tişta bingehîn, madeya xam a kulavînan e,
  • Kulavîn, ji tiştên ji kulavê tên çêkirin re dibêjin
  • Cîraxa kulavîn, kulavê ku wekî xalî(çe)yan tên raxistin e
  • Libûd, kesên kulavan çêdikin, vî karî dikin in
  • Libûdî (hin devokan lebûdî), pîşeyê libûdan e
  • Kulav kirin (rûxarê tiştekî bi kulav biriqandin)
  • Kulavê şivanan, li şevînê şivan, berxvan an gavan tê de pal didin, radikevin.
  • Kulavkî (tiştê ku wekî şeklê silindir hatiye nûrandin)