Kubêba, îsota Seylanê, çaya Çînê ya bîberî (piper cubeba), riwekek ji famîleya îsota reş (piperaceae) ye. Welatê wê Îndonêzya û Çîn e.

Îsota Seylanê, kubêba

Li Kurdistanê demekê di bijîşkiya gelêrî de gelek dihatibûye bikaranîn, bi taybetî wekî çayê. Biharbêhna (biharat) wê ji dendikên wê tê çêkirin. Riwekeke pirrsalane ye. Qaçaxçî û etaran, ji Îranê dianîn, difirotin. Xelkê pirr kêm bikardianî, wekî çayeke dermanî dihate dîtin. Jê re pirranî îsota/çaya Seylanê gotinê.

Bijîşkiya gelêrî ya kurd de biguhêre

Belxamê pakij dike, êşa serî derdibe. Mîkroban dikuje, bo ragirtinên bronşan (bronşît) baş e. Li dijî ragirtinên riya mîzê û vagînayê, dijî prostatê bikêr e. Bêhna devê derdibe. Bizirên wê di nava avê de tên kelandin, tehma xwe didin avê. Ev av rojê 2-4 caran tê vexwarin. Êşa qirikê kêm dike, bo ketina dengê kêrbar e.