Kirdoxlî
Kirdoxlî (bi tirkî: Türkoğlu) yek ji navçeyên Gurgumê ye. Bi qasî 160 sal berê wekî gundekî Kurdan avabûye. Di sala 1960 de bûye navçe û serokwezîrê Tirk ê ku hate îdamkirin Adnan Menderes navê Eloğlu (zarokê xelkê, biyaniyan) qedexekir û navê Türkoğlu (ango kurê Tirkan) pêve danî. Navê Êloxlî ji di dema İsmet İnönü de hatibû danîn û navê wê yî berê Kurdoxlî/Kirdoxlî hatibû qedexekirin. 22km dûrî bajarê Gurgumê ye. Firehiya erdê navçeyê 705km², bilindahî ji rûyê avê 500m ye. Gorî hejmartinên sala 2000 hejmara navendê 11.918 û bi giştî jî 61.396 e. Gelên herêmê pirranî Kurd in û mixabin di bin pêkutî û pişavtineke mezin de dijîn.
Kirdoxlî
| |
---|---|
Türkoğlu | |
Kirdoxlî li ser nexşeyê | |
Koordînat: 37°22′53.8″Bk 36°51′3.6″Rh / 37.381611°Bk 36.851000°Rh | |
Dewlet | Tirkiye |
Li beşa îdarî | |
Qada rûerdê | |
• Giştî | 600 km2 (200 sq mi) |
Bilindahî | 483 m (1585 ft) |
Nifûs | 73.770 (2018) |
Dem | |
Malper | www |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Çavkanî biguhêre
Girêdanên derve biguhêre
- Li Wikimedia Commons medyayên di warê Kirdoxlî de hene