Ketchup, ketçûp, sosek e ji sosa biharatê, sirke, şekir û cure biharbêhnan (biharat) e.

Pommes frites bi ketçapê

Bo biçêjkirina xwarinan tê bikaranîn ku di pêjgeha kurd de jî cihê xwe girtiye. Pirranî bi fastfoodê tê xwarin. Niha bi gelek cureyên wê hene.

Ji xeynî wê di ber biraşkan (kebab), hamburger, spagetî, pommes frites û hot dogê de tê xwarin.

Peyvnasî û dîrok biguhêre

Li ser bingeha wê gelek angaşt hene. Pirranî bawer dikin ev peyv ji zimanê çînî belav bûye. Andrew F. Smith di pirtûka xwe ya bi navê Pure Ketçap de cih daye teoriyên li ser bingeha navê wê.

Ketçap berê wekî derman dihatibûye bikaranîn û di dermanxaneyan de dihate firotin. Di ketçapên serdema 19. de kuvark, goştê masiyan, biharatên cuda ûêd jî hebûn. Îro jî ketçapên wiha hene û tên xwarin.

Çavkanî biguhêre

  • Andrew F. Smith: Pure Ketchup: A History of America’s National Condiment. 1996, ISBN 1-57003-139-8.

Girêdanên derve biguhêre