Kelvin pileyeka têhnê û yek ji heft yekînê bingehîn yên Pergala Navneteweyî ye. Pilandin anko dereckirina Kelvin pilandineka teorîk ya têhinê ye ko di zanistê termodînamîkê da li goreyê sifira serberdayî hatiye pênasekirin. Di teoriyê da, di pileya têhinê ya sifira serberdayî da çi wizeya germayî di keristeyî da namînit.

Navê yekînê û yê pilandinê ji navê fîzîkzanisvan û endazyarê Britanyayî William Thomson, Baronê 1ê yê Kelvinê (1824-1907) hatiye ko hizira pilandineka serberdayî li goreyê sifira serberdayî pêşniha (îqtirah kir). Ji ber vê, bervajî pileyên Celsius û Fahrenheit, jibo nîşadana pileya Kelvin çeveng anko sembola pileyê (°) bikar nahêt û nahêt nivîsîn °K (bervajî °C û °Fê) û tenê dihêt nivîsîn K.