Rûsaxînîliya ber çiyayê Qilbanî

(Ji Kel-ax hat beralîkirin)

Rûsaxînîliya ber çiyayê Qilbanî[1] (bi ûrartî: ru - sa - hi - na KURqi - il - ba - ni - ka, Rusahinili Qilbanikai, îro bi tirkî: Toprakkale) keleheke li derdora Wanê ye û û tê pêşbînîkirin ku ji du hezar salan kevntir e.

Rûsaxînîliya ber çiyayê Qilbanî
Rûsaxînîliya ber çiyayê Qilbanî li ser nexşeyê
Map
Koordînat: 38°31′14″Bk 43°24′14″Rh / 38.52056°Bk 43.40389°Rh / 38.52056; 43.40389
DewletTirkiye Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Dîrok biguhêre

Li rojhilatê navenda Wanê li ser girekî ku girêdayî rêzeçiyayê Zimzimê hatiye avakirin. Keleh ji aliyê keyê ûrartî Rûsayê Duyem ve di navbera salên 685 û 645an berî zayînê de hatiye çêkirin. Duyem serbajariya ûrartiyan kiriye. Di kelehê de perestgeha li derve, sarinc û pêpelûkên wê yên bi hostetiya kevirbiriyê hatine çêkirin hene.

Li bakurê rojhilata deşta Wanê ku berdewama sîlsîleya zinarên Zimzimê, ji aliyê bakur-başûr ve 400 m dirêjahî, 60–70 m firehî û 200 m jî bilindahiya vê kelê heye. Ev keleh serdestî seranserî Wanê ye.

Ji ber ku ji aliyê Rûsayê Duyem ve hatiye çêkirin, navê Rûsaxînîlî ("keleha Rusa") jî lê hatiye danîn. Piştî Tûşpayê cihê rêvebirinê ev der e. Piştî keyê asûrî Tîglat Pleserê Sêyem di 735 berî zayînê de kela Wanê dagir kir. Ji ber şert û mercên ewlehî û parastinê wê ku baştir e Rûsaxînîlî duyemîn paytext hate hilbijartin. Derdora kelehê bi blokên kilsînî pêk hatiye û derdora wê bi bircan hatiye rapêçan. Du têketinên kelê hene. Ji van yek li goşeyê başûrê rojava, bi kûleyan hatiye destek kirin. Têketina perestgeh û qesrê ji vê derê re çêdibe.

Têketina din jî, li aliyê bakur e û ev têketin deriyê atolye, embarên şerab û deriyên cihên din vedike. Tê de sarinceke avahîsaziya wê ji kevirî hatiye kolan, ji aliyê bakurê rojava perestgehekê ku ji bo Yezdan Xaldî hatiye çêkirin[çavkanî hewce ye] û şûnwarên dîwarên kerpîç peyda dibin. Perestgeha Xaldî, sarinc, embarên şerab û deriyê Meherê di sedsala 4an berî zayînê de, di dema keyaniya hevpar a Îspûînî û kurê wî Menûa ve hatiye çêkirin, qadên pîroz derxistine holê. Kele, bi avahîsaziya xwe, bi berhemên biçûk ên madenî û diranfîl ên ku muzeyên derveyê welat de peyda dibin bala mirov dikişîne.

Girêdanên derve biguhêre

  • Peterson, D. L.; Popova, L. M.; Smith, A. T., edîtor (1 kanûna paşîn 2006). Innovation, Change, Continuity: Considering the Agency of Rusa II in the Production of the Imperial Art and Architecture of Urartu in the 7th Century BC (bi îngilîzî). BRILL. rr. 264–281. doi:10.1163/9789047408215_019. ISBN 978-90-474-0821-5.
  • Erzen, Afif (9 adar 2012). "Çavuştepe Yukarı Kale ve Toprakkale 1976 Dönemi Kazıları". Anadolu Araştırmaları (bi tirkî) (4): 0–0. ISSN 0569-9746.

Çavkanî biguhêre