Keştiya Nûh, weke efsaneyeke ku ji dema sumeriyan ve heye ye. Di hemû pirtûkên pîroz Quranê, Încîl û ankû Mizgînê, Tewrat û Mishefa Reş û pirtûka Cilwê de jî behsa wê û dema wê tê kirin[çavkanî hewce ye]. Piştre, ku di dema sûmeriyan de weke nivîsa bizmarî hatiye nivîsandin li ser kevir û behsa Tofana Nûh dike jî bi nivîskî hatiye dîtin.

Rudawe Keştiya Nûh li gorî tabloya wênekarê amerîkî Edward Hicks (1846). Tablo li Muzeya Hunerê ya Fîladelfiya ye.

Gotina keştîia" û ya "Tofana Nûh" ji aliyekî ve hevdû temem dikin. Li gorî efsaneyê tê gotin ku di wê demê de herkesek li rê derketiya û ti kesekî li gotinaa Xwedê ne dihisand. Xwûdê jî Nûh şandîya li wan ku ji wan re bêje ku li gotina Xwedê bihisênin û werina ser rê. lê li wir jî ne hatiye hişandin. Li wê jî, Xwûdê ji nû re gotiya ku "keştiyekê çeke û malbate te û yên ku bi te û gotina min bi bawer in bixiyê de û ji hemû sawal û ajalên xwezayê jî cohtekê bixiyê de." Nûh jî ev kiriya û piştre ku tûfanê dest pê kiriya, wî jî, ew jî ketina keştiyê de û piştre êdî çil rojî tê gotin ku di wê demê dimênin heta ku tofan bi dawî dibê û êdî dunya zûwa dibe. Piştre tê gotin ku keştiya nûh li ser Çiyayê Cûdî didêne. Çiyayê Cûdî, li herêma Botanê li Kurdistanê ya. Çiyayê Cûdî li herêmê Botanê li nêzî Cizîra Bota ya. Li Cîzîra Bota bixwe jî, Mezelê Nebî Nûh hê dimêne û li wir a.

Ev efsane, ku hinekê di yekê de bizêde bê û yekê de bê û hinekî cih bi cih cuda jî bê, di temenê weke hevdû de di hemû pirtûkên pîroz de cihgirtiya û hatîya ser ziman. Navê Nûh bixwe jî, di destana Gilgamêş de jî bi navê Utnapîştim di buhurê. Piştre di nava olên semîtîk de bi navê Nûh bicih bûya û jê re piştre di latînî û ankû zimanê ewropî û hewd de jî, hatiye bicih kirin bi navê "Noah".

Cihê ku Nûh dijî û cihê ku tê gotin keştiya Nûh lê ya biguhêre

Nû bixwe, li Cizîra bota ya. Heta roja me jî, tirba wî li wir a û tê parastin. Nûh, li wir jiyane xwe domandiya. Di wê dema ku tê gotin ku Nûh dijî de Dicle ava wê bilind bû. Di wê demê de, Nûh, li wir, jiya ya û dema ku bahse wê dema wî tê kirin, tê gotin ku wî "li wir, piştî tofanê, care pêşî gava xwe avêt ser ardê. Çiyayê Cûdî li wir, bi awayekî çiyarêzan heta ber Çiyayê Sîpanê û ji wir diçê çiyayê agirî ê piçûk û ji wê jî diçê çiyayê agirî ê mazin.

Li ser Cûdî û çiyayê Cûdî, heta roja me jî, gelek vegotinên li ser keştiyê ku tê gotin li wir a hena û tên vegotin. Di hemûyan de jî, tê gotin ku "keştîya Nûh" li ser çîyayê Cûdî ya. Ji ber vê yekê, weke baweriyekê, hertimî hatiya gotin û bahse çiyayê cûdî hatiye kirin û çîyayê cûdî ji aliyê xalkê kurd ê herêmê ve û xalkên herêmê ve, piştî ku navê Nûh û tofanê bihîstîna û bihîstina ku keştiya nûh li wir a, êdî wan jî weke kurdan û xalkên din ên wê herêmê ew pîrîzoya wê bahse wê kirina .

Li ser keştiyê, divê ku mirov bibêje ku gelek caran weke ku di nava xalkê de jî li herêmê tê gotin, oldaran hatina herêmê û didemên berê de kirina ku xwe bigihênina serê çiyê. Bi wê, hêvî kirina ku keştiyê bibînin û ankû nîşanakayekê ji wê bibînin ku ji mirovên ku çûna cem wan re bênina ser ziman.

Li ser nava navaroka keştiyê jî, gelek bawerî hena. Yek ji wan baweriyan ew a ku tê gotin ku "keştî ji derve zêde mezin ne dihat dîtin. Lê Xwedê qûdretek wusa di wê de bicih kiribû, ku dema ku diketina hundurê wê de weke ku ji cihanekê herina cihaneka din. Bi wê re jî, êdî çendî ku çiqasî ku ketina wê de çêbûya, hemûyên ku ketinê êdî ketinê û cih ji hemûyan re hebûya. Ew jî, ji qûdreta Xwedê ya ku wî bi wê re dabûbû nîşandin. .." Di vê temenê de ku bahse wê dihê kirin, wekî din jî, di pirtûkên pîroz de, ku ne zêdeyî jî bê, bahse awayekî wê tê kirin. Ji wê jî, gelek mirovên olzan hewl dane ku xwe bigihênina hizrekê.

Lêgerînên piştre ku li keştîya Nûh ku li ser çîyayê cûdî ku bûna biguhêre

Di sedsalê dawiyê de, bi taybetî, gelek zanyarên kevnarzan, çûna herêmê û xwestina ku lêkolînekê bikin. Hinekan, awayên ku di keviran de afirîna, weke nîşanaka wê dane nîşandin. Hinekan jî, hin taxteyên ku dîtina weke yên wê dîtina. Hinekan jî, cihên ku li ardê afirîna ku dema ku li wan tê nerîn, weke cihna ku keştî li wan bisekinê bê, ku dîtîin û gotin ku ev cihên keştîyê na.

Di pirtûkên pîroz de çawa bahse keştîyê tê kirin? biguhêre

Çavkanî biguhêre