Kûsî, kosî, kîso
Kûsî
Dabeşandina zanistî
Cîhan: Animalia
Filûm: Chordata
Çîn: Sauropsida
Kom: Testudines
Linnaeus, 1758

Cryptodira
Pleurodira

Kûsiyên deryayê (bi rengê heşîn); kûsiyên bejî (bi rengê reş)

Kûsî an kosî an jî kîso, cureyekî xijende ye ku dikeve koma xijendeyên qalikdar (Testudines).

Şayîs biguhêre

 
Tîrêjek li jîngeha xwe ya li çandiniya Almatê rehet dibe

Kûsî canewerekî pir hêdî ye. Ku meriv dibîne serê xwe kaşî qalikê xwe dike. Ku meriv dike destê xwe hema aveke gewr berdide.

Etîmolojî biguhêre

Etîmolojiya peyvên kûsî, kosî û kîso li gorî zimannasê amerîkî Michael L. Chyet ev e: (bi sanskrît: kasayápa- [1]; avestayî: kasyapa- [2]; farisiya navîn: kaşawag [3]; bi farisî: kaşav; bi soranî: kîsell, zazakî: kesa).

Li hin deran bi navê kosî, kîso, req û şkevlatok tê naskirin. Cureyê kûsiyan ku di avê de dijî dibêjinê kûsiyê avî an req an jî reqesêl. Di behrên mezin ên cîhanê de jî çend cureyên kûsiyên deryayê hene wek kûsiyê deryayê yê kesk.

Famîleyên kûsiyan biguhêre

Pêşangeh biguhêre

Kûsî û folklora kurdî biguhêre

Di ola zarokan de ev canewerekî xerab e. Dibêjin ku rêq gotiyê "ku qalikê min tunebûna min yê çel keçik avis bikira". Qalikê çêlikên kûsiyan yê vala li malan ji bo xemlê dardixin.

Wekî din, ji çîrokên kurdî ev çîroka li ser dûpişk û req heye: "Dûpişk u kîsell", li pirtûka Es'ed Zengene, Cegirgoşekan, 3, r. 10-15.

Çavkanî biguhêre

Girêdanên derve biguhêre

  Li Wikimedia Commons medyayên di warê Kûsî de hene