Kûçikê Mezin (komstêr)

Kûçikê Mezin komstêreka li başûra ekwatora ezmên û li başûr roavaya komstêra Oryonê dikeve ye. Sê stêrên Kemera Oryonê yên li ser rêzeke rêz dibin stêra Qurix, stêra herî gêşa ezmana şev, nîşan didin. Ew komstêra yek ji 48 komstêrên ku ji hêla stêrnasê yewnan Batlamyûs diyar bûye û ew yek ji komstêr ên îroyîn e jî. Ew pirrcaran wek kûçikê Oryonê, nêçîrvanê di mîtolojiya yewnan de, tê nîşandan. Ji ber stêra Qurix jî têde ye ew ji berê de, ji demên kevnare virve, pirr bi mehne bûye. Wendabûna stêra qurixê ya di meheyên havînê de, germa havînê zêde dibe û tekrar xwiyabûna wî ya ezmana şevê re, di serê meheya gelawêjê de, tîna germê dişkê. Ew rojên li ezmana şev xwiya nedibû, Yewnan di demên berê de wek germa kûçikan bi nav dikirye.

komstêra Kûçikê Mezin

Geştirîn stêrk biguhêre

  • Qurix, bi qedra zahîri ya -1,44m ve stêra geştirîna ezmana şev e. Bi dûriya 8,7 salên roniyê re yek ji stêrên tewrî nêzika dinê ye. Ew stêreka stêra cot e. Cota wê wek Qurix-B bi nav dibe û qedra wê ya zahîrî 8,7m e. Çapa wê 1,8 carî, giraniya wê jî 23 carî rojê ye.
  • Ezara, bi erebî: عذارى‎ (pirrjimar e û tê wateya xama), stêra duyem geştirîna komstêrê ye û wek Qurix stêra cot e. Ew 500 salên roniyê dûr e.
  • Wezn, stêra sêyem geştirîna komstêrê bi erebî: وزن‎ "giranî") e. Ew 1600 salên roniyê dûrî dinê ye. Çapa wê 200 carî, giraniya wê jî 20.000 carî ya rojê ye.
  • Mirzem, bi erebî: مرزم‎ "xebervan"), stêra çarem gêştirîna komstêrê ye. Ji ber ku ew bi helhatina xwe re, helhatina qurix xeber dide ew hana bi nav bûye.

Ji xeynî van stêrên herî geş ên komstêrê, VY Canis Majoris gorî çapê stêra herî mezina tê zanîn e.

Cismê Messierê tekaneyê di vê komstêrê de Messier 41(NGC 2287) e.

Çavkanî biguhêre

Girêdanênd derve biguhêre

  Li Wikimedia Commons medyayên di warê Kûçikê Mezin (komstêr) de hene