Kîlîkya

Herêmeke başûrê Anatoliya , alîyê çiyayên Torosê hatiye dorpêçkirin

Kîlîkya (bi latînî: Cilicia) herêmeke erdnîgarî yê li başûrê Anatolyayê ye ku ji peravên bakurê rojhilatê Deryaya Navîn ve ber bejahî be berfireh û dirêj dibe. Nifûsa Kîlîkyayê ji şeş milyonî zêdetir e ku bi piranî li deşta Kîlîkyayê dijîn. Herêm parêzgehên wekê Mêrsîn, Edene, Kinikan û Xetayê vedihewîne.

Keyîtiya Kîlîkya ya ermenîyan, 1199-1375
Navçeyên Roma

Sinor biguhêre

Herêm li aliyê rojhilat bi çiyayên Toros û çemê Ceyhanê, li bakur Kapadokya (îro Niğde), li rojhilat jî bi çiyayê Amanosê re hatiye sinor kirin.

Dîrok biguhêre

Ew di dema hîtîtan de wek mîrzatî dihat kergar kirin. Di (1318–1290) b.z. de hîtîtan Adaniya hundira xakên xwe kirî bûn. Kîlîkya di çavkaniyên de asûran de wek Khilikku derbaz dibe. Ew di dema Darîûş de yek ji satrap(navçe)a persan bû. Di dema elenîk ew navbera seleukîdan û lagîdan de diçû û dihat. Di dema Tigranes de ew navçeyake împeratoriya Ermenistanê bû. Ji pê re serweriya împeratoriya Romayê hat û ew bû navçeyeke kargerî. Dema Roma bû du paran ew di aliyê Bîzansê de ma. Ew di sedsala 7anan de derbaza ereban bû. Dûv Cenga Malazgirt re selcûqiyan Anatoliya dagir kirin jî ew di bin destên Keyîtiya Ermenistan de bû. Ew heta bi destên memlûkan hat dagirkirin bin destên ermeniyan de ma û ji pê memlûkan re di sedsala 15an de keta bin destên qsmanan.

Çavkanî biguhêre