Kêr, alaveke sereke ya birrînê ye. Bi aliyê wê yê tûj karê birrînê tê kirin. Di serdemên berê de wekî çek, lê îro pirranî bo birrînê tên bikaranîn. Bi sedan cureyên wê hene. Kêrên standard ên pêjgehan ji destik û şûrikê (cihê hesin ê birrînê) pêk tên.

Cureyeke kêra kulînê, pêjgehê
Kêra aşpêj
Kêr û vekirox
Kêra makekêr, bo gelek karan (Victorinox Mountaineer)

Dîroka kêrê biguhêre

Pirr berê di jiyana komûnal de, mirovan kêrên xwe ji kevirê çêdikirin û bo nêçîrvanî, birrîn û şer bikardianîn. Dûv re ji dar, hestiyê û ji hin lajwerdan hatin pêşxistin.

Kêr ku mirov dikare wekî kahûr an şûrê jî binirxîne, hêj jî bo pevçûnê tên bikaranîn. Lê ji kêrên wiha re kahûr, kêrik, pîncik, kamir, cozan, qame hwd dibêjin.

Dema mirovan êdî zinarên lajwerdan helandin û metal bipêşket, êdî cureyên kêran jî pirr bûn. Bi texmînî di sedsala 15. de kêrên pê şer û nêçîrvanî tên kirin, ji yên birrînê veqetîne. Li Kurdistanê kahûr û xencer berê li ser her zilamê hebûn, lewra ev wekî nîşaneyeke mêranî û wêrekiyê dihatin dîtin.

Gotarên têkildar biguhêre