Hukmeta jînfirehiyê

Hukmeta jînfirehiyê zaravek e bi sê ramanan:

  • Modêleka îdeal ko hukmet hemî pêdvîtiyên jiyanê û jînfirehiyê wekî erk û berpirsyariyeka serekî ewle û dabîn dikit. Di vê nihêrînê da, erka hukmetê ev e û welatî jî xwedî maf in ko hukmet vî erkî jibo wan bicih bikit.
  • Ewlekirina jînfirehiyê erkê civakê bi tevayî ye û hukmet jî wekî parek ji civakê dihêt temaşekirin. Ev nihêrîn zêdetir li welatên Ewropaya Navîn belav e û hukmet, Rêkxistiyên Ne-Hukmetî, rêkxistiyên xêrxwaz û şerîkeyên karwerî û kesokî jibo ewlekirina jînfirehiya welatiyan dixebitin.